Gotûbêj:Celadet Elî Bedirxan

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê 46.161.196.184 ve di mijara Ciwanekî de

HITLER Û CELADET biguhêre

Min dixwest zanibim ev agahiya jêr ya li ser Celadet Bedirxan ji ku hatiye wergirtin û di kîjan çavkaniyê de dibêje ku Celadet Bedirxan bi Adolf Hitler re hevaltî kiriye.

Bavê wî Emîn Elî tevi endamên din yê malbata xwe jî berê xwe da Misirê. Di jiyana Almanya de Celadet bi kesên wek Adolf Hitler re jî hevaltî kir. Hîtler wê demê bi ramanên xwe yên nîjadperest nedihat naskirin.--Luqman 12:38, 25 avrêl 2007 (UTC)


Ev agahî li ser pirtûkekê hatiye dîtin ku navê wê "doza min" a Hitler e ku Hitler bi xwe ji Celadet re îmze kiriye. Hinan bi dû re ew pirtûk dizîne û ev agahî belav kiriye. Gellek nivîskaran pirtûkên xwe ji bo gellek kesan îmze kirine. Ma gelo hemû dibin hevalên hev? Herweha, Hitler ji xwe di wê demê de nijadperest bû û diçû qahweyan û propagandaya nazîsmê dikir. Dibe ku wî jî di demeke weha de ew pirtûk stendibe. heta ku agahiyên zelal nekevin destên me, em nikarin îddîayeke weha bikin ku ew hevalên hev in. Ji xwe Celadet di sala 1922an de diçe Almanyayê û Hitler ji wê demê ve weke nijadperest tê naskirin ji ber ku wî têkçûyina Almanyayê ya di şerrê yekem de dixist stuyê cihûyan. Hingê ji xwe mirov nikare bibêje ku "ew wê demê ne nijadperest bû". (Îbrahîm Seydo Aydogan) (Ev gotara ji 217.128.89.67 (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike • Li kû ye?)

hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 12:56, 25 avrêl 2007 (UTC)

ZIMANÊN KU CELADET PÊ DIZANE biguhêre

Li gellek deveran tê nivîsandin ku Celadet Bedirxan bi kurdî, turkî, erebî, farisî, fransî, almanî, ingilîzî, rûsî, yûnanî dizanî. Celadet bi xwe di Hawarê de dibêje ku wî kurdî daye ber "heft-heşt" zimanan. Hejmara zimanên jorê neh e. Heke mirov kurdî ji nav derxe, dimîne heşt. Mirov yan bi heft zimanan dizane yan jî heşt. Dibe ku ew bi hin zimanên din ve dizane ku wî di danberhevê de bi kar neanîbin. Di mijara zimanê "rûsî" de çi delîl di destê xelkê de heye, ez nizanim. Em baş dizanin ku wî bi kurdî (ji ber ku pê nivîsiye), bi fransî (ji ber ku pê nivîsiye), bi almanî (ji ber ku li wira zanîngeh xwendiye), bi ingilîzî (çavkanî: Sînemxan Bedirxan), bi erebî (li Sûrî û Lubnanê maye), turkî (li Stenbolê mezin bûye û ji M. Kemal Ataturk re nameyek bi turkî nivîsandiye). Dibe ku Celadet Bedirxan bi yûnanî û rûsî zanibe an nizanibe an jî hindik zanibe, lê di derheqê wan zimanan de zêde agahî di jiyana Celadet de tunene. (Îbrahîm Seydo Aydogan) IP : 217.128.89.67

Ciwanekî biguhêre

Nav 46.161.196.184 16:03, 11 kanûna pêşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Celadet Elî Bedirxan".