Gola Eğirdirê

goleke ava şirîn

Gola Eğirdirê, goleke ava şirîn ê di nava sînorên parêzgeha Ispartayê de ye ku ji ber bandorên tektonîk û karstîkê pêk hatiye. Gol navê xwe ji navçeya ku ser peravê golê hatiye avakirin ji navçêya Eğirdirê werdigire.

Gola Eğirdirê
Herêm Herêma Deryaya Navîn
Bilindî 915 m
Rûber 468 km2
Dirêjî 50 km
Firehî           15 km
Kûrahî 16,5 m
Koordînat 37°59′37″Bk 30°53′18″Rh / 37.9936°Bk 30.8884°Rh / 37.9936; 30.8884
Gola Eğirdirê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gola Eğirdirê
Gola Eğirdirê
Gola Eğirdirê (Tirkiye)
Cure Tektonîk
Girav Girava Can Ada, Girava Yeşîl Ada

Gola Eğirdirê xwediyê herêmek kevirên asê ye û dirêjahiya perava golê 150 kîlomêtre ye. Beşa ku li bakurê tengava kemerê ye bi navê Hoyran û beşa li başûr jî bi navê beşa Egirdirê tê zanîn.

Çêbûna golê biguhêre

Korta gola Egirdirê ji ber bûyerên karstîk ên di serdemên pluvyal de çêbûye û di vê serdemê de tijî av bûye. Gol bi eslê xwe cûreyek tektonîkî ye û avgirtina golê piştî Serdema Neojenê pêk hatiye. Korta golê di encama hilweşîna poljeyek mezin a li Holocene de derketiye holê û giravên piçûk ên di golê de delîl ên vê yekê ne. Depresyona tektonîkî bi bûyerên karstîk awayê xwe yê niha girtiye û gol di heyama pluvyal de pêş ketiye. Li gel avhewaya kevnar a Anatolyayê, golên mezin ên li herêmê, Gola Eğirdirê jî di nav de ye, wekî golên pluvyal têne kategorî kirin. Dibe ku zozanên derdora Gola Egirdirê bi kêmanî beriya Pliocene ya Navîn-Jor hatine afirandin.[1]

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Eğirdir Gölü Isparta İlinde Nerede? Gölün Özellikleri, Oluşumu Ve Tarihçesi". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 sibat 2022.