Gola Beyşehirê
Gola Beyşehirê (bi tirkî: Beyşehir Gölü) goleke avşîrîn e ku di navbera parêzgehên Qonye û Ispartayê de ye. Gol di nav korteke tektonîk de çêbûye ku ji aliyê rojava-başûr ve ji aliyê Çiyayên Torosê, li aliyê rojhilat ji aliyê Çiyayê Erenlerê ya volkanîk, li aliyê bakur-rojava û başûr-rojhilat ve ji aliyê Çiyayên Siltanê û Çiyayê Anamasê ve hatiye dorpêçkirin.
Gola Beyşehirê | |
---|---|
Herêm | Anatolyaya Navîn, Herêma Deryaya Navîn |
Bilindî | 1 121 m |
Rûber | 651 km2 |
Dirêjî | 50 km |
Firehî | 26 km |
Kûrahî | 10 m |
Qeware | 2.751.000.000 m3 |
Koordînat | 37°46′55″Bk 31°30′27″Rh / 37.782°Bk 31.5076°Rh |
Hîdrografya
biguhêreQada ku avên xwe dişîne Gola Beyşehirê (Hewza Gola Beyşehirê) 4.200 km² ye. Ruava 651 km² ye, avên qadeke 6-7 qat ji xwe mezintir tov dike. Hebûna lehiyên cihêreng ên di golê de rê li ber diyarkirina ava hatinî û derketina golê digire. Gol ji aliyê nêzîkî 30 çeman ve tê xwedîkirin. Her çend di demsala havînê de hinek çem ziwa bibin jî, ava kaniyan her demsal digihîje golê. Bi girtina navînî ya îstasyonên derdorê, rêjeya barîna salane ya li ser rûyê golê wekî 726 mm hatiye pîvandin.[1]
Li Hewzeya Gola Beyşehirê rêya herikîna avên bin erdê ber bi golê ve ye. Îro li hinek deverên golê ava avdanê ji golê ji bo zeviyên çandiniyê yên derdorê tê kişandin. Di lêkolînê de ger rûbera çandiniyê ya ku tê avdan ji 100 hezar hektarî derbas bibe, asta ava golê dakeve 1.118,6 m. Dema ku qada avdanê 80.000 hektar be, avdanî dikare bê kirin, lê asta golê kêm dibe. Qada ku asta golê tevî avdaniyê lê bê parastin wek 40 hezar hektar hat diyarkirin.[1]
Galerî
biguhêreÇavkanî
biguhêreEv gotara ji bo golekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |