Girtî (pirtûk)

(Ji Girtî (Firat Cewerî) hat beralîkirin)

Girtî, pirtûkek wêjeyî ya Firat Cewerî ye ku çapa wê ya yekem di 1986ê de li Stokholmê ji Weşanên Nûdemê hatiye weşandin.

Pirtûk ji çardeh çîrokan pêk hatiye: Lawikê Nexweş, Çîroka Muxtêr, Hemîdo û Avûkat, Diya Miho, Xewna Nebixêr, Girtî, Kurmê Darê Ji Darê ye, Bîsîklet, Boyaxkerê Solan, Ciwangeyê Temo, Kevoka Dîlan, Barkêşên Biçûk, Cigarefiroş, Serhildana Zarokan.

Hemû çîrok di salên '80an de hatine nivîsîn û di kovarên cûr bi cûr hatine weşandin. Mijarên çîrokan li ser rewşa zarokên kurdan, rewşa welêt, tirs û zilma leşkeran in.