Girava Rishiri, (bi zimanê japonî: 利尻島, Rishiri-tō) giraveke bilind e li Deryaya Japon e ku ser li nêzîkî peravên Hokkaido ya Japonê ye. Girav ji hêla îdarî ve beşek ji Prefektureya Hokkaido ye û di navbera du bajarokên de wekî Rishiri û Rishirifuji hatiye dabeş kirin. Girav ji lûtkeya volkanîkî ya vemirî û ji konî ya Çiyayê Rishiri pêk tê.[1] Girava Rishiri bi Girava Rebun û qada peravê ya Deşta Sarobetsu, Parka Neteweyî ya Rishiri-Rebun-Sarobetsu pêk tînin. Pîşesaziyên sereke yên Rishiri turîzm û masîgirî ye. Dirêjahiya perava Rishiri 63 kîlomêtre ye û rûerda wî 183 kîlomêtre çarçik erd werdigire.[2]

Girava Rishiri
Volcanic island Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Girava Rishiri li ser nexşeyê
Map
Girava Rishiri li ser nexşeya Japon nîşan dide
Girava Rishiri
Girava Rishiri
Koordînat: 45°11′31″Bk 141°13′21″Rh / 45.19194°Bk 141.22250°Rh / 45.19194; 141.22250
DewletJapon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Rishiri district Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 182,08 ±0.01 km² (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
5593 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.rishiri-plus.jp/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Erdnîgarî biguhêre

 
Dîmenek ji Girava Rishiri.
 
Dîmenek ji Çiyayê Rishiri ya volkanîk ku li ser giravê bilind bûye.

Girava Rishiri bi qasî 20 kîlomêtreyan li aliyê rojavayê Hokkaido ye û Girava Rebun 10 kîlomêtre ber bi bakurê rojava Girava Rishiriyê ve ye. Rishiri xwedî qeraxek bi dirêjahiya 63 kîlometreyan e ku derûdorê giravê dorpêç dike. Girav ji bakur ber bi başûr 19 kîlometre dirêj dibe û ji rojhilat ber bi rojava 14 kîlomêtre fireh dibe. Çiyayê Rishiri li ser gora bi bilindahiya 1721 mêtre bilind dibe û çavkaniyên baş ên ava şirîn peyda dike ku gelek hewz û kaniyên biçûk li bintara Çiyayê Rishiriyê ye.[2][2] Niştecîhên Rishiri civakên deryayî ne ku wargehên wan bi xeta otobusê ya ku giravê dorpêç dike, girêdayî ne.

Gund û bajarokên Rishiriyê biguhêre

Girav di navbera du bajarokan de dabeş bûye. Bajaroka Rishiri bi nifûsa 2.304 kesan, li nîvê başûrê rojavayê giravê ye û Bajaroka Rishirifuji bi nifûsa 2.798 kesê li bakurê rojhilatê giravê ye ku her du jî girêdayî navçeya Rishiri ya subprefektureya Sōya ye.

Li van bajarokan wargehên jêrîn hene ku ji hêla bakurê giravê ve li gorî çerxa demjimêrê ve hatine rêzkirin:

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Fr?d?ric, Louis; Louis-Frédéric (2002). Japan Encyclopedia (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-01753-5.
  2. ^ a b c "Wayback Machine". web.archive.org. 25 tebax 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 tebax 2007. Roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)