Îmralî

Girav
(Ji Girava Îmraliyê hat beralîkirin)

Girava Îmraliyê giraveke girtîgehê a biçûk ê li başûrê Deryaya Mermereyê ye ku li rojavayê nîvgirava Armutlu-Bozburunê ya di nav parêzgeha Bursayê de ye. Girav bi dirêjahiya 8 kîlometre li aliyên bakur û başûr ve dirêj dibe û 3 kîlomêtre berfireh e. Rûbera giravê 9.98 kîlometre çargoşe ye.

Îmralî
İmralı adası Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
40°32′15″Bk 28°32′06″Rh / 40.5375°Bk 28.535°Rh / 40.5375; 28.535
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Parêzgeha Bursayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirêjbûn8 km Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
  • 13,32 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • 217 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 1936an de ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve girtîgehek nîvvekirî hatiye avakirin[1] ku girtiyan bi karê çandinî û masîgiriyê pere qezenc dikirin. Piştî derbeya 1960an de, serokwezîrê berê Adnan Menderes hatiye binçavkirin û li serê ve giravê hatiye girtin û hatiye bidarvekirin.[2] Ji sala 1999an ve damezrênerê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Öcalan[3] û ji sala 2009an ve 4 girtiyên din ên Partiya Karkerên Kurdistanê bi Abdullah Öcalan re di girtîgehê de ne.[3]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Sipahi, Ali (2016). "Convict Labor in Turkey, 1936–1953: A Capitalist Corporation in the State?". International Labor and Working-Class History (90): 246. ISSN 0147-5479. JSTOR 43956708.
  2. ^ "May 27: A dark military coup in Turkey". TRT World. Turkish Radio and Television Corporation. Roja gihiştinê 2 tebax 2023.
  3. ^ a b "PKK leader Ocalan gets company in prison". United Press International (bi îngilîzî). 17 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 9 hezîran 2021.