Girara frîgê, savara frîgê li herêma Tolhildanê, bi taybetî li Dîlok û Semsûrê navdar e.

Frîg çiye? biguhêre

Frîg cureyeke genimê ye. Hinekê kesk e û bêhna teniyê jê tê. Qurfên (simbil) genimê hêj teze ne tên jêkirin, wan dikin nava zilan. Zilan hinekê dişewitînin, ev bêhna teniyê jî ji wir digire. Frîg piştî şewitandinê nayê şûştin. Di devokan de, frîk, firîk jî tê bikaranîn.

Berkeliya savara frîgê ya Dîlokê biguhêre

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) frîg
  • 1 SA girar (bulxur)
  • 1/2 SA nok
  • 6 SA ava goşt, heger nîne av
  • 2 serî pîvaz
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 500 gr tîkegoşta mihê
  • 1 KX mergeya fringiyê (pamîdor, bacanê sor, tomatos, şamî), heger nîne 2 heb fringî
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)

Çêkirin biguhêre

Nokê ji êvar de bikin nava avê. Sibeyê bi tevî goşt bidin ser agir, heya nermijî bûn, bikelînin.

Pîvazê hûrane hûrbikin, di nava rûn de biqijilînin. Bila zerayî pê bikeve. Merge û xwêyê tevlîbikin, tevdin. Berdin nava quşxaneya nok û goştê. Ava goştê lê zêde bikin.

Bi hev re bi qasî 10 deqeyan (mînute) bikelînin. Ava wê kêm bû, lê zêde bikin. Bila ava wê her 6 SA be.

Îcar frîg û bulxurê (girar, savar) berdin navê, bikelînin. Ava xwe kişand, rûnê qijilandî berdin ser. Ser pîlawa xwe, bi kaxezê sîs ê di bo xwarinan tê bikaranîn, por bikin, derxûnê (devanga, qalpaxa quşxaneyê) bigirin, bila bi qasî 20-25 deqeyan bîmîne. Paşê dikarin servîs bikin.