Qesp

(Ji Gesp hat beralîkirin)

Qesp, gesp, gespa Îranê, gespa rastîn an xurme (Phoenix dactylifera) riwekek bibelg (bipel), ji famîleya palmiyeyan (Arecaceae) e. Wekî palmiyeyan ji avhewaya tropîk, nermayî û çolistanî hez dike.

Gespa rastîn li Marokko

Li Kurdistanê kêm be jî diçê. Bo çandiniya wê herwiha axa bikêr û guprekirî pêwîst e. Azot, potasyûm, hesin, magnezyûm, mis, çînko, manganez, borê dihewîne. Hin behoyên ziyandar hez ji darên gespan dikin, divê di çandiniyê de ev neyê jibîrkirin. Di gespa hişkkirî de 17-28,7% av, 62% şekir (bi învert û sakkaroz), 1,9-3% bûjena azotî, 0,2-1% rûn, 3,6% seluloz, 2,9-3,3% pentozan û 1,2-2% bûjenên mîneralî hene.

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre