Gerdane cureyek ji xişir, bi xwe de kirin, aliqandin, zêr û ziberan e. Li hin deveran ji xişir, berg an xemilên stûyê re zêr û emanet, zincîra stûyê jî dibêjin. Berê mirovan bi destan çêdikirin lê niha di hilberîna wan de gelek teknîk jî tên bikaranîn.

Gerdaneya krîstalî

Hin binavkirinên gerdaneyan biguhêre

  • Gerdane, çi metal çi ne, ji hemiyan re
  • Ristik, ristika stûyê, gerdaneyên ji bendan hatine ristin
  • Ketik, gerdaneyên çorsane, bêqîmet, bo mînak ji bend û moriyeke mezin
  • Berdil, li hin deveran bo hemiyan dibêjin lê yên dirêj, di bin kincan de tên daliqandin e, bi hinekan ve niviştên olî tên girêdan
  • Koter, gerdaneyên wekî xelekê ne, teng in û stûyê dişidînîn
  • Qolye, bi bandora fransî, romî (tirkî) li Bakurê Kurdistanê nivşên nû carnan bikartînin