Genim geriya
Genim geriya, yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Leyîstikeka zivistanê ye.
Bi 3 û berjortir kesan tê leyîstin. Bingeha leyîstikê li ser baldarî, rastaxavtin û zîrekiyê hatiye avabûn. Destpêkê de herkes navê xwe yî rastîn bikartîne. Hergava ku yekê xwe şaş kir, navê wê tê guhertin û navên pêkenokî tên dayîn. Cara pêşîn ji ber ku hêj kes ne mastxur e, dor ji keçikan re tê dayîn. Keçik heya ku bibin mastxur dibin mîr û cezayê yên din dide.
Kê destpêkir wiha dibêje:
- "Rojda: Genim geriya Rizgar!"
- Rizgar: Li ser serê kê geriya ye?
- Rojda: Li ser serê Baran geriya ye.
- Baran: Li ser serê Baran qet û qet negeriyaye.
- Rojda: Lê li ser serê kê geriya ye?
- Baran: Li ser serê Rewşenê geriya ye.
- Rewşen: Li ser serê Rewşenê qet û qet negeriya ye.
- .....
- ....
Kê xwe şaş kir ji mîr re tê gotin.
- Rewşen: Mîrê mîran!
- Rojda: Deng nayê min.
- Rewşen: Mîroooooo!
- Rojda: Haaa?!
- Rewşen: Xwedê lawek da te.
- Rojda: Xwedê bela xwe bideyê.
- Rewşen: Bila navê wî çi be?
- Rojda: Bila navê wî "Tajiya zû tê" be.
Kê bûbe mastxur êdî navê wê "Tajiya zû tê" ye. Li vir genim di wateya spî û kêçan de ne. Divê mirov rastbiaxive, baldar be, xwe şaş neke.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |