Gabrielle-Suzanne Barbot de Villeneuve
Gabrielle-Suzanne Barbot de Villeneuve ( jdb. 28ê çiriya paşîn a 1685 - m. 29'ê berfanbarê 1755) nivîskareke fransî bû ku ji hêla Madame d'Aulnoy, Charles Perrault û nivîskarên cuda precieuse bi bandor bû.Villeneuve bi taybetî ji bo çîroka xwe ya orîjînal ya La Belle et la Bête,, ku di 1740an de hatî çaçapandin guhertoya herî kevn a naskirî ya çîroka Bedew û cinawir e, tê zanîn.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Navê rastî |
Gabrielle-Suzanne de Villeneuve |
Navê jidayikbûnê |
Gabrielle-Suzanne Barbot |
Nasnav |
Madame D. V., Madame de V*** |
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Xizm |
Amos Barbot de Buzay (d) |
Bandorbar |
Madame d'Aulnoy (en), Charles Perrault |
La Jardinière de Vincennes (d), La Jeune Américaine et les contes marins (d), Bedew û cinawir |
Jiyana wê
biguhêreGabrielle-Suzanne de Villeneuve li Parîsê ji dayik bû û mir. Ew ji malbatek Protestan a bi hêz a ji La Rochelle bû û ji dûndana Amos Barbot, hevalekî Fransa û cîgirê di General Estates de di sala 1614an de bû.
Serberhemên wê
biguhêreGabrielle-Suzanne de Villeneuve hem çîrok û hem jî roman weşandin. Di nav weşanên wê de romanek, Le Phénix conjugal (1734, The Conjugal Phoenix); du berhevokên çîrokan, La Jeune Américaine ou les Contes marins (1740) û Les Belles Solitaires (1745); û çar roman, Le Beau-frère supposé (1752), La Jardinière de Vincennes (1753, Baxçevana Vincennes), Le juge prévenu (1754, Dadwerê Alîgir), Mémoires de Mesdemoiselles de Marsange (1750
Baxçevana Vincennes , Le Beau-frère supposé Le Beau-frère supposé (1752). Marsange). La Jardinière de Vincennes ji serberhema wê dihat hesibandin û serkeftina herî mezin a bazirganî da wê. Bibliographie du genre romanesque français 1751-1800 15 çapên vê romanê destnîşan dike.
Bedew û cinawir
biguhêreGabrielle-Suzanne de Villeneuve bi taybetî ji bo çîroka xwe ya orîjînal La Belle et la Bête , ku di sala 1740an de di kovara wê La jeune américaine, et les contes marins de hate weşandin, tê zanîn û guhertoya herî kevnar a nûjen a çîroka Bedew û cinawir e. Ev pirtûka ku bi qasî romaneke kevneşopî dirêj e, di bin bandora şêwaza romanên sedsala 17an de maye û gelek binxet an jî çîrokên navbirî dihewîne, yek ji wan jî çîroka Bedew û cinawir e. Cinawir bi her du wateyên peyva fransî "bête" ye: hem cinawir û hem jî bêhiş.Piştî mirina wê, çîroka Villeneuve hate kurtkirin, ji nû ve hate nivîsandin û ji hêla Jeanne-Marie Leprince de Beaumont di sala 1756an de di Magasin des enfants a wê de hate weşandin da ku waneyek exlaqî bide keçên ciwan ên îngilîz.Di weşana xwe ya pir binavûdeng de, Leprince de Beaumont tu giramet neda Villeneuve û ji ber vê yekê ew pir caran bi çewtî wekî nivîskarê çîrokê tê binav kirin.Guhertoya wê ya kurtkirî ya ku îro herî zêde tê zanîn e.
Cinawir, ku mîrzayek e , di temenekî biçûk de bavê xwe winda dike. Diya wî neçar e ku şer bike da ku keyaniya xwe biparêze, û wî di lênêrîna periyek bed de dihêle.Ev perî hewl dide ku wî cez bike dema ku ew salmezin dibe .Ew wê red dike û ew wî vediguherîne cenawir. Divê ew di vê formê de bimîne heya ku kesek razî nebe ku bi wî re bizewice bêyî ku rabirdûya wî zanibe.Li keyaniya cîran, Bedew keça key û periyek cûda ye.Dayika Bedew bi evínandina mirovekî zagonên civaka periyan şikandiye, lewra cezadayiyê mayîna li welatê periyan tê kirin û Bedew jî dema ku mezin dibe nifir tê lêkirin ku bi cinawirekî hovane re bizewice.Piştî ku diya Bedew winda dibe, û periya bed bi serneketin hewl dide ku jiyana Bedew bigire û bi bavê xwe re bizewice. Xaltiya Bedewê, periyeke din a baş, desttêwerdan dike û Bedewê bi keça mirî ya bazirganekî re diguherîne. Ew di heman demê de cinawirê di kelehek veşartî ya bi efsûn de bi cîh dike heya ku Bedew têra xwe mezin dibe ku wî bibîne.