Gûza hindê, nargîl, narcîl, kokos (Cocos nucifera) fêkiya cureyek dargespê ye ku ev dar ji famîleya palmiyeyan (Arecaceae) e. Li herêmên tropîk digihê. Gûza hindê tê xwarin, di şîranîyên wekî kulîçe, kek, çoklatayan de tê bikaranîn. Ji gûza hindê şerabê jî çêdikin.

Dargespa gûza hindê
Qalikên wê wekî kûpikê dihate bikaranîn
Gûza hindê
Kurmê gûzê

Dargespa gûza hindê, ango dara gûza hindê bi qasî 20 m bilind dibe. Dar gava bû 7-13 salî ber dide û bi qasî 60 salan fêkiyên wê tên berhevkirin. Heya 100 salan dijî. Gûza hindê ji aliyê magnezyûm, potasyûm, sodyûm, gogirtê ve dewlemend e. Heger bê hişkkirin, kalîteya adanê zêdetir dibe. Asîda mîdeyê kêm dike, hezmê hêsan dike. Herwiha darên wê di çêkirina mobîlyayê de kêrbar e.

  • Fêkiya vê darê, ango gûza hindê bi qasî 40 cm dirêj e. Bi tevî nêriyan dirêjiya wê digihê 1 m jî. Vekirina qalikê dijwar e, divê bi vekiroxekê bê vekirin.
  • Bêjeya Kokos ji spanî û portûgalî tê, di wateya gûz an biziran de ye. Bêjeya kurdî gûz û cocos (kokos, kokoz) ji heman kokê ne, peyveke îndogermanî ye. Herwiha Nuss (bixwîne nûs/z) (almanî) jî. Di hin devokên kurdî de goz, gwîz jî tên bikaranîn.

Çavkanî

biguhêre
  • Jutta Beate Engelhard, Burkhard Fenner: Wer hat die Kokosnuss...? Die Kokospalme – Baum der tausend Möglichkeiten. (Ethnologica. Neue Folge, Band 21) Gesellschaft für Völkerkunde, Rautenstrauch-Joest-Museum, Köln 1996, ISBN 3-923158-30-0. (almanî)
  • G. Franke: Nutzpflanzen der Tropen und Subtropen. Band 1, Hirzel-Verlag 1967. (almanî)
  • Peter Schütt: Weltwirtschaftspflanzen. Paul Parey Verlag, 1972. (almanî)
  • Hilke Steinecke: Wichtige tropische Nutzpflanzen stellen sich vor; Nr. 15 Die Kokospalme: Baum mit 1000 Nutzungsmöglichkeiten. In: Stadt Frankfurt am Main (Hrsg.): Tropische Nutzpflanzen von Ananas bis Zimt. PalmenGarten, S. 75ff. ISBN 3-931621-06-5.
  • S. Krist, G. Buchbauer, C. Klausberger: Lexikon der pflanzlichen Fette und Öle. Springer Verlag, Wien 2008, S. 208–213. ISBN 978-3-211-75606-5. (almanî)

Girêdanên derve

biguhêre