Gêjnak, bexdenûs, bexdenoz(petroselinum crispum), navê komekê riwekan ji famîleya bexdenûsan e. Rengê wê kesk e, di seleteyan de, yan xwarinan de çi bi xabî, çi jî wekî biharbêhn (biharat) tê bikaranîn. Divê mirov bi gêjnaka biaxû (aethusa cynapium) re tevlîhev neke. Gêjnaka biaxû gelek jehrîn e. Li Kurdistanê ji vê gêjnakê re giyayê tûj/teyîsî, mendika maran jî dibêjin.

Gêjnaka bikok
Kulîlkên bexdenûsê spî ne
Bexdenoz, bexdenûs ev e
Cehperî li Kurdistanê kêm tê xwarin

Riwekeke dusalane ye. Bilindiya wê 30-100 cm, kulîlkên wê spî de. Axa avî dixwaze. Hundirê qemçika wê vala ye. Bizirên wê hurik, çakarî (qehweyî) ne. Pelên wê jî tên xwarin, kok û fêkiyên wê jî. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, bo derbirina kinêr û perçan tê pêşniyarkirin.

Di Greka antîkî de gêjnak di tenduristiyê de dihate bikaranîn. Bijîşkên wê demê xwarina wê pêşniyar dikirin.

Cureyên wê yên li Kurdistanê navdar in biguhêre

  • Bexdenoz an bexdenûs, bi taybetî di pêjgeha kurd de gelek tê bikaranîn. Pirranî bi tevahiya gêjnakan tê bikaranîn, lewra ya li Kurdistanê herî zêde tê xwarin ev e.
  • Cehperî, pelikên wê hûrik, qurçimokî, strîlokî ne, wekî hêliz, kinkorê. Bi almanî jê re Krause Petersilie tê gotin.
  • Gêjnaka bikok, (Petroselinum crispum subsp. tuberosum (Rchb.) Soó), li bakurê Ewropayê çandiniya wê tê kirin. Wekî silkê kokên wê hene û ew kok tên bikaranîn. Bi almanî jê re Wurzelpetersilie dibêjin.