Seyalekê bi sedema guhêrka pestoyê di derdora navendeke tewereyî de tevgera vizbûnê dike. Ji bo terîfkirina vê tevgerê jî têgînên wekî gêjik, xerqe, gêjgerîn û avger tên bikaranîn. Tewereya ku li derdora seyalê de viz dibe, karê wekî xwar an jî rast, tenê an jî pir, peytandî an jî tevgerî bibe. Bi tevdana seyalekê gêjgerîn çêdibe. Em vê pêkhatinê bi hêsanî di hundirê çaya ku em tev didin, karin bibînin. Di heman katî de jî, li paşiya balafirên ku tevdigerin û di hin pêkhatiyên bayê de dîtina gêjikê gengaz e. Ev bûyera şirûştî, ji aliyê Bernoulli ve bi rêgezên mekanîka seyalan hatiye ravekirin.

Gêjgerîna ku li ser baskên balafirê bi saya cudayiya pestoyê