Futurîzm an jî ayendegerî/ayindegerî bizaveke wêjeyî ye.

Di serê sedsala 20. de li Italyayê derketiye holê. Di wêjeyê de kirpandina soreş û dînamîzmê tê hesibandin. Helbestvan, romannûs, nivîskarê lîstikan û derhênerê weşanê Filippo Tommaso Marinetti yê Îtalyan di sala 1909an de li Parîsê di rojnameya Le Figaro de danezanekê diweşîne û ew danezan dibe manîfestoya futurîzmê. Di danezanê de gotina wî “Me hemû mûze û pirtûkxane xera kirin, em ê bi rewiştperestî, femînîzm û hemû tirsên sûdparêzî re şer bikin” bû. Ev gotin dida xuyakirin ku hemû tiştên paşerojê têne red kirin. Damezrînerê futurîzmê Marinetti bandora xwe li gelek nivîskarên ewropa kiriye. Li Rûsyayê Hlebinikov û Mayakovskî bala xwe dayine ser futurîzmê. Futurîstên Rûsî danezana xwe weşandin û Puşkin, Tolstoy, Dostoyevskî red kirin. Dixwestin ku di helbestê de zimanê di nava jiyanê û rojane de werê bikaranîn. Piştî şoreşa Kewçêra 1917an bizava futurîzmê bihêzbû. Heta mirina Mayakovskî jî bandora xwe domandin. Di berhemên xwe de sazkirina hevokên bivacî red kirin û şîfreya wan jî “ji bo bêjeyan azadî” bû. Ezra Pound, D.H.Lawrence û Giovannî Papînî ji di bin bandora vê bizavê de mane. Armanca wan a herî girîng “dûrketina kevneşopiyê, nûjenî û baldayina guhartinê” bû. Li gorî vê bizavê, huner pêşerojê dike mekîne, bê dev ji nerxên hunera paşerojê berdin û teşeya vegotinên nû werine dîtin.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;
biguhêre

P. T. Marinetti, Viladimir Mayakovski, Nazım Hikmet, Ezra Pound, D. H. Lawrence, Giovanni Papini