The Fund for Peace anko Weqfa jibo Aştiyê saziyeka lêkolînan û perwerdeyî ya qezenc-nexwaz e ko bingehê li Washington, DC ye. Ji dema dameziriyana xwe b destê Randolph Compton ve li sala 1957ê û virda, Weqfa jibo Aştiyê jibo bergirtina ji şeran û hêwirkirina rewşên ko şer jê çê dibin xebitiye. Li vê dawiyê Weqfê xwe jibo veniyasîn û çareserkirina arîşeyên ko ji welatên neserkevtî peyda dibin terxan kiriye.

Bername biguhêre

Weqfa jibo Aştiyê Şanîka (indeksa) Welatên Nesrkevtî belav dikit ko li goreyê hindek şanîderên (indîkatorên) siyasî, civakî, aborî yên mîna pest an givaşa demografîk, hebûna aware an penaberan, newekheviya werar û pêşdaçûna aborî li deverên cidacida an dakevtina rijd ya aborî û serhildana bijareyên ji hev veqediyayî û perçeperçebûyî û gelekên dî, tenahî û tebata siyasî ya rêjeyî anko nisbî ya neteweyan diberisînin (texmîn dikin).

Girêdanên derve biguhêre

http://www.fundforpeace.org/