Firîca Hecî Cewarî

Firîca Hecî Cewarî (19.8.1932 Êrîvan - 17.11.1993) doktorek kurd bû. Ew keça Heciyê Cindî û xanima Şekroyê Miho bû.

Pey kutakirina dibistana rûsî, ew Înstîtûta Yêrêvanê ya doxtiriyê da tê qebûlkirinê. “Şikir vê gavêra, Firîca min bû xwendekara Înstîtûta doxtiryê”,- Heciyê Cindî wê salê rojnîşa xwe da nivîsiye.

Sala 1956-a Firîce ew Înstîtût serfinyazî xilaz dike û dibe doxtira kurde pêşin. Dura, Firîca Hecî çawa doxtira zara polîklînîkayêda derbazî ser kar dibe.

Sala 1960-î bona xebata berbiçav ew bi “Hurmetnema şêwra bajarê Yêrêvanê” tê rewakirinê.

Paşê Firîca Hecî ordînatûrayêda tê qebûlkirine û pey kutakirinêra - ji sala 1963-a heta sala 1993-a Kafêdra pêdiyatiryêda ya Înstîtûta tamkirina doxtiraye dewletêda kar dike. Heta sala 1989-a ew Înstîtût teslîmî Moskovayê dibû, û doxtir-kûrsantêd wê ji hemû komarê sovêtyêye berê bûn, ewê bona wana lêksiya dixandin, sêmînar derbaz dikirin:wanara gotî tiştê zanyaryêye teze şirobikira, razî kira. Ber çavê mene ew name, ku ewê ji bajarê başqe-başqe ji kûrsantêd xweye rûs, ûkrayîn, gurc, qazax, yakût, kurd, ermenî û yêd din stendine. Hemu namada rêzêd wa henê: “...Em ji we zef razîne, dersbêja meye hizkirî...”

Sala 1978-a Înstîtûtêda konkûrsa (leca) lêktora (dersbêja) elamkiribûn. Saya aqil, merîfet û xîretbûna wê - ewê bi navê “Lêktora here baş”, hatiye rewakirinê. Ji dersa û semînarê wê, sixêma, albomêd ku ewê hazirkiribûn, pir razî mabûn.

Firîca Hecî usa jî nexweşxanê da kar dikir .

Firîce lêksyêd xwe hazir dikirin, gotarênên yê zaniyariyê dinivîsîn, rojnama “Rya teze”-da gotarên wê derheqa nexweşiyêd zarada dihatine weşanê, bi xwe di radîoya kurdîda mijûlî bi têma doxtiriyê derbas dikirin, mala xweda mecal sazdikirin, wekî Şekroyê zeva dîsêrtasya xweye kandîdatyê, paşê ya doktoryê hazirke,ewê sê kurê xwe mezin dikirin, pêra jî întamêd aspîrantyê bi qîmetêd bilindva didan, dîsêrtasya (têza) xwe dinivîsî... Jêra pir çetin bû. Lê ewê çetinayî altkirin û sala 1974-a dîsêrtasya xwe bi têma kardîyologiyê bi serfinyazî û yekdengî xweykir û bû doktira doxtiriyê.

Sala 1980-î Frîca Hecî navê Dosentiyê sitend. Rêfêrata wêda, ku rêktorata Înstîtûtê hazir kiribû, hatibû nivîsarê, wekî “Karê xweda ji sala 1966-a Frîca Cewarî xwe daye kivşê çawa pêşekzana bi dereca bilind, helal. Ew ser dereca zanyarî-metodyêye wedê nihaye bilind doxtir-kûrsantara dersa dixûne,sêmînar û dersên praktîk derbas dike… Ew komekdarîke qenckirin-şewirdariyêye mezin dide parêd komarêye saxlemîxweykirinê”.

62 pirtûk û gotarên Frîca Cewarî yê zanyariyê hene. , ji wan 25 gotar di salêd başqe-başqe li Moskovayê çap bûne. Berhemên wê bûnê qinyatên lazim ser textêd doxtirên zaraye kardîyolog û ne tenê kardîolog..

Lê ewê çendik-çend daklad li Yêrêvanê û Moskovayê di Konfêransêd doxtirêd zarada xwendine, çendik çend cara dê û bavê zarên nexweş derê mala wê xistine: “Doxtir, bibaxşîne, -gotine,- kerema xwe teseliya zarê bike”. Çendik-çend cara, heta şevê jî, gazî nexweşxana kirine- bona şewirdarya, ku komekê bîde nexweşê giran. Çendik çend cara doxtirê ermenî bona xatirê nav û hurmeta Firîca Hecî nexweşên kurd - zar bûya, yan mezin - pir pak nihêrîne, gûhdarya wane mexsûs ser wan nexweşa hebûye...

Havîna jî, wexta mala wan diçû gundê malbeta Şekroyê Xudo - Elegezê havîngê, ji gundê cînare kurmanc: dê û bavê zarê nexweş zarê xwe danîne cem Firîcê, digotin: “Frîca me hatîye”...

Frîca Cewarî xwe nedihêvişand Timê xwe nexweşara digîhand. Û hertim, hercar bi zanebûnên xweye pir kûrva, bi merîfet, merivatiya xweye bêhesabva ewê pirsê çetin safî dikir, alî nexweşa dikir, qenc dikir...

Hezar mixabin, ewê tek-tenê alî xwe nekir, 17-ê meha noyabirê (çiriya paşîn) sala 1993-a, wede zûtir, 61 saliya xweda, ew xatirê xwe ji vê cîhana ronik heta-hetayê xwest û çû ax û berê sar...

Frîca Cewarî, sitûneke zêrîn bû gelê xweye hizkirîra, dê û bavê xwe Heciyê Cindî û Zeyneva Îvora, malxwe xwe - Şekroyê Mihoyîra, zarê xwera, neviyên xwera, xûşkara. Ew kubariya xûşkên xwe bû.

Frîca Hecî Cewarî, xûşka mine rehmetî, xanim-xatûneke kurmanciyê bû: aqil, merîfet, xîret, nazik, pir maqûl, kinêzeke şewat, jinanî, kevanîke erhede- xas xatûneke gotina we.

ÇavkanîBiguherîne