Fethî

Helbestvanê kurd

Fethî helbestvaneke kurd e.

Navê wî yê rastî Ebdulfettah û paşnavê wî jî Yazici ye.

Li derdora xwe û li herema ku lê dijiya bi navên Mela Ebdulfettahê Hazroyî û Hecî Seyda dihat naskirin.

M. Cevat Ergîn di nivîsa xwe ya ku di derheqê wî de nivîsandiye de sedema van unvanên wî wiha îzah dike: “Ebdulfettah Yaziciyê ku wek Seyda Hacî tê naskirin piştî ku perwerdehiya xwe ya medresê xelas kir re dest bi dayîna dersê kir ku ji ber vê yekê unvana “Seyda” ya ku li heremê ji bo alimên mezin tê bikaranîn, ji ber ku di emreke piçûk de çû hecê jêre “Hecî Seyda” û ji ber ku birayê wî bi navê Evdirrehman Yazici ji Begên Hazro re katiptiyê dikir paşnavê ‘Yazici’yê wergirt.” Mela Ebdulfettahê Hazroyî di temamê helbestên xwe yên ku bi Kurdî, Erebî û Farisî nivîsandiye de mexlasa FETHÎ bikar aniye Wek mînak:

Bes e Fethî ji heddê xwe meçe der Te‘alellah ji vê nezma delal e

Seyda Ebdulfettahê Hezroyî weke ku ji navê wî jî diyar e eslê xwe ji Hezroya Diyarbekirê ye. Seyda hêj dema ku biçûk bû dest bi tehsîla ilmê dike.

Di derbarê dîrok û cihê salbûna Seyda Ebdulfettahê Hazroyî de Mehmet Yalar wiha neqil dike: “Seyda Yazici di h. 1310/ m. 1892an de li Taxa Camiya Hazroya ku di wextê xwe de girêdayê Farqînê bû hat dinyayê. 2 jê qîz 2 jê lawik tevde çar xweşik û birayên wî hene û ew bi xwe di nav malbatê de zarokê herî mezin e.

Seyda weke kevneşopiya heremê hêj 10-12 saliya xwe de dest bi tahsîlkirina ilmê dike.”6 Seyda piştî ku 12 salan telebetî û 52 salan jî muderrîsî dikî re di Sibata sala m.1975an de li Hazroyê wefat dike.

Mela Ebdulfettahê Hazroyî hêj di xortaniya xwe de digel xalê xwe Ebdullah Düşünücü, rêya hecê girtiye û bi sed zehmetiyê vê rêwîtiya xwe ya hecê qedandiye.

Di derheqê vê yekê dîsa Ergîn wiha radigihîne: “ Di sala 1908an de dema ku 16 salî bû digel xalê xwe yê bi navê Ebdullah çûye hecê. Di ya rastiyê de Seyda niyet kiribû digel xalê xwe ji Hazrro heta Diyarbekir pê re were, lê îhtîmal e ji ber ku negihaştina kafîleya hecê û ji ber şertên nebaş ên wê heyamê, xalê wî jê xwastiye ku heta rêwitiya hecîbûnê xilas bibe pê re be û bi vê wesîlê Seyda Hazroyî çûye hecê û ji ber vê yekê jî bi navê Hecî jî hatiye binavkirin.

Seyda Ebdulfettah Hazroyî du caran zewiciye. Pêşî bi qîza xalê xwe Ebdullah Düşünücü re zewiciye, lê qet zarokên wî çênebûne. Piştî ku xanima wî di sala 1944an de wefat kir re bi qîza Şêx Muhammed Selîmê Hezaniyê (qs) ku întîsabî wî kiribû re zewicî û heta dawiya emrê xwe pê re zewicî ma. Encax ji vê zewaca wî ya duyemîn jî qet zarokên wî çênebûn

Berhemên Wî yên bi Kurdî biguhêre

  • 1. Dîwan
  • 2. Qesîdeya Qelem
  • 3. Eqaîd

Tev de ji 5 helbestan pêk tê ku ew helbest ev in:

a-Divêtin Ger Bi Qencî Bî Muweśśef: 60 malik b- Munebbeh Be Ey ‘Arifê Bû El-Kemal: 36 malik c- Di Tewĥîda Xweda da ‘Ebdê Kemter:63 malik d- Ela Ger Ŧelebkarî Ez Qa’il im:12 malik e- Hezar ĥemd û ŝena û xweş meqale (tecwîd): 26 malik

  • 4. Leyla û Mecnûn
  • 5. Tercumeya Bed’ul Emalî

Berhemên Erebî biguhêre

1. Qesîdeya Tayî (Mulimmatul-ahzan) 2. Qesîdeya Alfabetîk 3. Hediyyetu 's- Sibyan 4. Tehyîcul-Qulûb 5. Lexez û nîşankirina dîrokê 6. Manzûmeyên di Derheqê Nahîv, Sarf û Qira’atê de