Fêrgîn Melîk Aykoç

(Ji Fergîn Aykoç hat beralîkirin)

Fêrgîn Melîk Aykoç nivîskarê kurd e.

Aykoç di meha 12 a 1951'ê de li gundê navçeya Baskan Gimgim ê tê dinê. Ji ber ku kalikê wî bi destê leşkerên Tirk hatî bû kuştin, bavê wî sêwî dimîne, bi diya ji xwe rê ji Depê diçe Gimgimê. Li wir şivanî û xulamî dike. Jiwê zaroktiya Fêrgîn di nav belengazî de derbaz dibe. Fêrgîn Melîk Aykoç bi erdheja ji Gimgimê rê di dibîstanên internat de dixwêne. Sala 1972an de dest bi mamostetî dike. Di sala 1980'î de tê girtin û 17 roj di êşkencê de dimîne. Li pey tê berdan, mamostetî ji destê ji dest wî tê girtin. Neçar dimîne, derdikeve, tê Elmanyayê. Bi salan di warê polîtîkayê de bi çalakî dixebite. Di van salan de giraniya xwe dide ziman. Cara yekem di kovara Rewşen de gotarekî bi sernivîsa Têgînên Zimanê Kurdî dinivîse. Di gin konferensên ziman de gotarên li ser zaravayên Kurdî pêşkêş dike.

Berhem biguhêre

Di eluna sala 1996an de pirtûka wî ya bi navê Kurdîzan (rûberîna zaravên Kurdî) bi aliyê Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist ve tê çap kirin. Romana wî ya yekemîn Mamostên Zinaran (bi devoka Serhedê) jî weşanên Rewşen di sala 1999'an de çap dike. Romana wî ya duyemîn Dîlên li ber pûkê çila 2002'an de hat çap kirin. Ev bi giranî ji bîranînên kesên ji qetlîamê filitîne pêk tê. Romana wî ya sêyemîn û xebata wî ya li ser rêzmana Kurdî jî li ber çapê ne. Bi salan e, di kovara Hîwa de dinivîse. Niha di li ser çavkaniyên çandê dixebite.

Çavkanî biguhêre