Faya Yûnan[1] (jdb. 20ê hezîrana 1992an li Dêrika Hemko , Rojavaya Kurdistanê ) stranbêjeke Suryanî-Surî ye ku wek yekem hunermenda rojhilata navîn tê hesibandin ku pêşkeşa xwe ya yekem bi dravdanînek girseyî dest bi kar kiriye.

Faya Yûnan
Jiyan
Navê jidayikbûnêفايا يونان
Bernav20ê hezîrana 1992an(1992-06-20) (31 salî)
JidayikbûnDêrika Hemko , Rojavaya Kurdistanê
NeteweSuryanî
PîşeStranbêj
Salên çalak2014-roja me
Malperfaiayounan.net
biguhêreBelge

Jiyana berî biguhêre

 
Faya Yûnan (2020)

Yûnan di 20ê hezîrana 1992an de li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke xiristiyanên sûryanî de ji dayik bûye û li bajarê Helebê mezin bûye. Dema ku 11 saliya bû ew tevî malbata xwe koçî Swêdê kir û li wir bi cih bû û di sala 2010an de derbasî Skotlendayê bû û li Zanîngeha Glasgowê Zanistên Civakî, Aborî û Karsaziyê bixwîne. Erebî di heman demê de zimanê wê yê dayikê ye û wê diyar kir ku dema ku serdana cîhana erebî dike, xwe wek mala xwe hîs dike.

Yûnan bi dilxwazî ​​beşdarî Xaça Sor a Swêdê bûye û di çalakiyên herêmî de distriye.

Kariyera wê biguhêre

 
Faya Yûnan (2023)

Di çiriya pêşîn 2014an de, bi îlhama atmosfera siyasî li welatê xwe Sûriyê û welatên erebî yên cîran, yên ku wê weke "barkirî û bêhêvî" bi nav kir, Yûnan vîdyoyek ku wê ligel xwişka xwe Rihan çêkiribû, bi navê "To Our Countries" weşand. Vîdyoya, ku derbarê rastiya siyasî ya Rojhilata Navîn de ye û tê de Yûnan çend stranên dîvaya libnanî Fairuz şîrove dike, li ser YouTubeê belav bû û bala awarte kişand, û Yûnanê dilbijî kir ku kariyera xwe ya muzîkê zêdetir bişopîne. Serkeftina vîdyoyê bandora herî mezin li ser biryara wê bû ku stranbêjiyê ji hobiyê veguherîne karek tamdem.

Dîskografî biguhêre

Albûm biguhêre

Albûm Hûrgilî
A Sea Between Us
  • Release: March 25, 2017
  • Format: Digital download; CD
Tales of the Heart
  • Release: March 7, 2019
  • Format: Digital download; CD

Single biguhêre

Sal Sernav
2015 Ohebbou Yadayka
2015 Nohebbou Al Bilad[2][3]
2015 Nam Ya Habibi
2017 Shababik
2018 Hob Al Akwiyaa
2018 Baghdad
2021 Metel Elyom
2022 Kun Ashiqan

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Festîvala Kulturî Û Nîşandana Cilan li Herêma Dîrokî ya Dougga li Tunisê". Dengê Amerîka. 17 tebax 2023. Roja gihiştinê 18 tebax 2023.
  2. ^ "Faia Younan chante l'amour de son pays natal, la Syrie". Arabic Mood (bi fransî). 1 sibat 2017. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tebax 2023.
  3. ^ Reuters, Thomson. "Syrian singer pays tribute to her homeland in debut show". reuters.com. Roja gihiştinê 18 tebax 2023. {{cite web}}: |paşnav1= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)

Girêdanên derve biguhêre