Famîleya tolgîn û derzîlokan
Famîleya tolgîn û derzîlokan, famîleya leglegnikulan (Geraniaceae) famîleyeke riwekan e. Bi qasî 380 heya 430 endamên vê malbatê hene. Ji cihên tropîk û germ hez dikin. Li peravên Deryaya Navîn gelek tên dîtin.
Hin endamên vê famîleyê li Kurdistanê jî digihên. Hin ji endaman riwekên salane, hin jî pirrsalane ne. Pelên wê bipirtik in. Dijî sermayê pihêt in. Di zanistiyê de di bin navê geranium (ango derzîlok) de hatine rêzkirin. Lê kurd hinekê vê riwekê wekî kulîlkeke, riwekeke cuda binavdikin, ew jî tolgîn e.
- Tolgîna zîvane (Geranium argenteum L.)
- Tolgîna bohemî (Geranium bohemicum L.)
- Tolgîna kanaryayî (Geranium canariense (Willd.) Poir.)
Binêrin
biguhêre- Derzîlok û cureyên wê yên sereke. Derzîlok jî endamê vê malbatê ye. Carnan tolgîn û derzîlok di heman wateyê de tên bikaranîn.
Çavkanî
biguhêre- Famîleya Geraniaceae di APWebsite. (beşa sîstematîkê, ne bi kurdî ye)
Li ser tolgînan (sardûnya)
biguhêre- Peter F. Yeo: Geranium, Stuttgart 1988
Girêdanên derve
biguhêre- Agahî ji Baxçeyê Botanîkê yê Tübingenê.[girêdan daimî miriye] (ne bi kurdî ye)
- Beschreibung der Familie vom Botanischen Institut der Uni Ulm. (almanî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |