Famîleya ebenûsan
Famîleya ebenûsan (Ebenaceae) famîleyeke riwekan e, di Koma gezik, çay û çûxan (Ericales) de cih digire. Ev kom jî yek ji endamên riwekên bi kulîlk (Magnoliopsida) e. Di vê famîleyê de 4 cins, bi qasî 490 cure hene. Cinsê herî navdar; dara ebenûsê (Diospyros) e ku navê xwe jî daye famîleyê. Welatê ebenûsê Afrîka ye û ji cihên tropîk hez dike.^

Dar û fêkiya wê ya gihîştî)
Sîstematîk Biguhêre
Famîleya Ebenaceae sala 1891'ê de ji aliyê Robert Louis August Maximilian Gürke ve, di Die Natürlichen Pflanzenfamilien, 4(1), rûpel 153'yê de hatiye binavkirin.
Di vê famîleyê de, 2 serefamîle, bi qasî 4 (3 heya 6) cins, 490 cure hene:
- Lissocarpoideae Wallnöfer: Tenê cinsekê wê heye:
- Lissocarpa Benth.: 8 cure.
- Ebenoideae Thorne & Reveal: 3 cins:
- Diospyros an carnan Cargillia R.Br., Cavanillea Desr., Ebenus Kuntze, Embryopteris Gaertn., Guaiacana Duhamel, Idesia Scop., Maba J.R.Forst. & G.Forst., Mabola Raf., Macreightia A.DC., Noltia Thonn., Paralea Aubl., Pimia Seem., Rhaphidanthe Hiern ex Gürke, Ropourea Aubl.,, Tetraclis Hiern): 475 heya 485 cure.
- Euclea L.: 12 heya 20 cure.
- Royena L.
Çavkanî Biguhêre
- Famîleya Ebenaceae di APWebsite.
- Famîleya Ebenaceae di DELTA. Girêdana arşîvê 2021-01-05 li ser Wayback Machine (îngl.)
- James E. Eckenwalder: Ebenaceae in der Flora of North America, c. 8, r. 247: Online.
Girêdan Biguhêre
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Famîleya ebenûsan de hene.