Ez aşiqê keçika Barzanî me!

Ez aşiqê keçika Barzanî me! navê gotareke rojnamevanê kurd Serdeşt Osman e. Tê gotin Serdeşt Osman bi sedema nivîsîna vê gotarê hatiye kuştin[çavkanî hewce ye].

Gotara bi navê Ez aşiqê keçika Barzanî me! biguhêre

Ez Aşiqê Keçika Barzanî me! Ez aşiqê keçika Mesûd Barzanî me, ew zilamê ku car car radibe û dibêje ez serokê te me, lê ez dixwazim ew xezûrê min be, yanî dixwazim bibim hevlingê Nêçîrvan. Eger bibim zavayê Barzanî, emê meha hingivî li Parîsê derbas bikin û yek – dû şevan jî emê bi serdan herin bo koşka apê xwe li Amerîka. Mala xwe ji taxa hejaran a Hewlêrê veguhêzim bo "Serê Reş", liwir kuçikên amerîkî û Îsraîlî bi şev mala min dişopînin û diparêzin. Bavê minê bexitreş ku pêşmeregeyê Eylûlê ye û heya niha PDK xizmeta wî li berç[1]avan negirtiye, bi hêceta ku niha ne bi PDK re ye, ezê bavê xwe bikim Wezîrê Pêşmergeyan. Birayê min ê bêbexit jî ku Zanîngeh bi dawî aniye û heya niha bê kare û dixwaze bi qeçaxî biçe Henderan, ezê wî jî bikim berpirsyarê zêrevanên xwe yên taybet. Xwîşka xwe jî ku heya niha şerim dike biçe sûkê, wê wekî keçên Barzaniyan PIRADO û WENEWŞE bajo. Diya min jî ku nexweşiya Şeker û Dil heye û pereya wê ya dermankirina dervey welat tuneye, ezê du bijîşkên Îtalî ji wê re li malê damezrînim. Ji bo apên xwe jî, ezê çend koşkên mêhvandariyan(Dîwexan) vekim, Pismam û kurxalên xwe jî, ezê bikim "Neqîb, Emîd û Amîr lîwa".

Lê hevalên min dibêjin: "dest jê berde Sero, xwe nede kuştin, eve mala Mele ye, tenê bêjin HERRE, îdin her tişt temame." Başe, xo ez kifir nakim, Swînd bi destkê xencera Mele Mistefa, Îdrîs Barzanî bi bavê min re di bin yek letike çiya da 3 şevan derbas kirin. Axir çi dibe, bila Mesûd Barzanî xwe wekî Serok bizane, ger Seroke, bila bêje di 18 salên derbasbûyî de, çend caran berê xwe daye taxek ji taxên Hewlêr û Silêmanî? Lê pirsgirêka min ewe, ev zilam ewqas eşayire, li aliyê din ê "Serê Reş" kes wekî zilam nahesbîne, Jinên hemî serokên dunyayê bi yek klîk ezê bibînim, lê heya niha nizanim Xesûya min çawa ye! Nizanim ji bo xwezgîniyê kî bi xwe re bibim, di serî de min dixwest çend Mele û rûsipî û Pêşmergeyên dêrîn kom bikim û êvarek navê xwedê jê bînin, lê hevaleka min a Rojnamevan got: ”Xortê baş, hinek Caş (Cerdevan) û Enfalçîyan bibîne, Mesûd pir ji wan hez dike”. Hevalek din got: ”Weleh ger li gor min bikî, di konferansek rojnamevanî ya Nêçîrvan Barzanî de, biçe bin milê wî û jê re bêje karek min a xêr bi te heye, an jî ger nebû, ji Deşnê (Hunermendek Başûre) re bêje, ew zû zû wan dibîne, bila ji bo te eyar bike[1].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ez aşiqê keçika Barzanî me!, bi destê Serdeşt Osman hatiye nivîsandin û ji aliyê Şaswar Mame ve hatiye wergerandin bo kurdiya bakur