Erzen navê bajarekî kevnare ye ku li mexera gundê Telîban dima. Çemê Xerzan jî di keviya rojavayê wê re derbas dibe. Weh agadari niha tarîxe derheq vî bajarî de tune. Dibêjin li wê mexerê zêr pir ji binê axê derketine. Heta dibêjin, xwediyê mexerê ji bo ajotina cot heq nedida xelkê, digot ku "çi ji ber gîsn derket ji te re". Çîroka "Eger Xwedê bide, ji xetek û nîvê jî dide" li ser cotê li wê mexerê derketiye. Gundê telîba li serê girekî ye û li aliyê mexerê yê bakûr e, herweha li keviya riya tirêna ku ji Misircê (Kurtalan) diçe Amedê dimîne. Riya tirênê rast diçe di nîvê mexerê re dibihure û di ser Pira Awîskê re derbas dibe. Gundê Telîba girêdayê bi qeza Misircê ve ye, yê eşîra Pencînaran e û bavikê mûsiki tê de rûdinin.