Entropî
Entropî, têgehek zanistiyê ye ku bi gelemperî bi rewşek tevlihevî (kaotîk), bêserûberî an nediyariyê ve girêdayî ye. Peyv û têgeh di warên cihêreng de hatiye bikar anîn ku ji bo termodinamîkên klasîk, cihê ku ew yekem car tê nas kirin heya ravekirina mîkroskopî ya xwezayê, ji fizîka îstatîstîkî heya prensîbên teoriya agahdariyê hatiye bikaranîn. Têgeh di kîmya û fîzîkê de, di pergalên biyolojîkî û têkiliya wan ê bi jiyanê re, di kozmolojî, aborî, civaknasî, zanistiya hewayê, guheztina avhewa û pergalên agahdariyê de, tevî veguheztina agahdariya di têlefonê de di bikaranînên berfireh de hatiye bikaranîn.[1]
Entropî di zagona duyemîn a termodinamîkê de têgeheke navendî ye ku dibêje ku entropiya pergalek veqetandî ya ku ji pêşveçûna spontan maye, bi demê re nikare kêm bibe.[2] Wekî encamek, pergalên veqetandî ber bi hevsengiya termodnamîk ve pêşve diçin ku entropiya herî zêde ye. Encama zagona duyemîn a termodinamîkê ev e ku hinek pêvajo nayên vegerandin.[3]
Têgeha termodinamîkê ji hêla zanyar û endezyarê skotlandî William Rankine ve di sala 1850an de bi navên fonksiyona termodnamîkê û potansiyela germahiyê hatiye binav kirin. Di sala 1865an de, fîzîknasê alman Rudolf Clausius ku yek ji damezrînerên sereke yê qada termodinamîkê ye, entropiyê wekî rêjaya germahiya herî biçûk a bêdawî ku veduguhere germê, pênase kiriye. Wî di destpêkê de entropiyê wekî veguherîna-naverok a bi almanî Verwandlungsinhalt binav kir û paşê jî têgeha entropî ji peyveke yewnanî ji bo veguherînê çêkir.
Fîzîknasê awistiryayî Ludwig Boltzmann entropiyê wekî pîvana hejmara pêkhateyên mîkroskopî yên gengaz an jî rewşa atomên takekesî û molekulên pergalekê ku bi rewşa makroskopî ya pergalê re tevdigerin, rave kiriye. Wî bi vî rengî têgeha tevliheviya îstatîstîkî û dabeşkirina îhtîmalê xist nav qadek nû ya termodinamîkê ku jê re mekanîka îstatîstîkî tê gotin û têkiliyek di navbera danûstendinên mîkroskopî de dibîne ku li ser mîhengek navînî diguhere. Li ser tevgera makroskopî ya çavdêrîkirî û di forma zagonek logarîtmîkî ya hêsan de, bi domdariya hevsengiyê, domdariya Boltzmann ku ji bo Pergala Yekîneyên Navneteweyî ya nûjen (SI) bûye yek ji berdewamên gerdûnî yên diyarker.
Di sala 1948an de, zanyarê Bell Labs Claude Shannon, têgehên statîstîkî yên wekhev ên pîvandina nezelaliya mîkroskopî û pirjimariyê ji bo pirsgirêka windabûna rasthatî ya agahdariyan di nîşanên telekomunikasyonê de pêşve xistin. Li ser pêşniyara John von Neumann, Shannon navê vê agahî ya wendakirî bi heman rengî bi karanîna wî di mekanîka îstatîstîkî de wekî entropî bi nav kir û qada teoriya zanyariyê de da destpêkirin. Ev ravekirin wekî pênaseyeke gerdûnî ya têgeha entropiyê hatiye naskirin.[4]
Çavkanî
biguhêre- ^ Wehrl, Alfred (1 nîsan 1978). "General properties of entropy". Reviews of Modern Physics. 50 (2): 221–260. doi:10.1103/RevModPhys.50.221.
- ^ Fox, Robert (1981). "The tragicomical history of thermodynamics 1822–1854". Endeavour. 5 (4): 177. doi:10.1016/0160-9327(81)90144-7. ISSN 0160-9327.
- ^ Brush, Stephen George (1986). The kind of motion we call heat: a history of the kinetic theory of gases in the 19th century. North-Holland personal library. Amsterdam Oxford New York: North Holland. ISBN 978-0-444-87009-4.
- ^ Ben-Naim, Arieh (2009). A farewell to entropy: statistical thermodynamics based on information (Çapa Repr). New Jersey, NJ: World Scientific. ISBN 978-981-270-706-2.