Endezyariya kareba-elektronîkê

Endezyariya Kareba û Elektronîkê beşa endezyariya ku li ser kiryara karebayê dixebite ye. Endezyariya Karebayê, Endezyariya Elektronîkê anjî Endezyariya Kareba-Elektronîkê ev sê beş jî hem di hindirê beşekî de hem jî beşên ji hevdû cûda ne.

Ev beşa endezyariyê ji 100 salî zêdetir e ku di jiyana mirovahiyê de ye. Bi xêra vê beşê gelekî teknolojiyên girîng çêbûne; mîna televizyon, radyo, kompîter, seyare, teyare(balafir), qilîma û gelekî tiştên din jî hene ku bûne bingeh ji şaristaniya mirovahiyê re.

Endezyariya Kareba û Elektronîkê xwedî du qadê gelemperî ye, yek jê pergala vejen û hêzê, ya duyemîn jî elektronîk, ragihandin û çend qadên din yê ku zêdetir bi bikarbînên karebayê ne. Ji van her dû qadan ya yekemîn daha zêde li ser çêkirina vejena karebayê, birêvekir, belakirin û bikaranîna wê bi voltaja mezin ne. Ya dûyemîn jî bi navê Endezyariya Elektronîkê tê navkirin û li ser ragihandina bê kablo, GSM, înternet, çîp, çêkirina qertên kompîterê disekine.

Herwiha binêre biguhêre