Endazyariya nermalavê

Endazyariya nermalavê (bi inglîzî Software engineering) wate bikaranîna prensîpên endazyarî bi şêweyekê sîstematîk û rêkxistî ji bo çêkirin û amadekirina berhemên nermalaviyên baş ku bihêne bikaranîn li ba xelkî û li ser amîrên elêktronî kar bikin. 

Endazyarekê nermalavê ku mijûlî bername nivîsîyê ye ji bo Wikimedia

Endazyariya nermalavê bi tenê endazyariya wî beşê amîrekê elêktronî ye ku nahête hestkirin bi fîzîkî li ba mirovan wate tenê endazyariya wan livînên elêktronî yên ku di nav her amîrekî de hene, lê ne bi sadeyî lê bi awayekê gelek rêkxistî û newaze ku bikare li ser şaşeyekî gelek bernameyên ku jiyana me asan dikin nimayş bike û bilav bike.

Bikaranîna endazyariya nermalavê behayekê bilind di civak û di abûrîyê de heye, ji ber wê ku cihê xwe di hemû çalakiyên jiyanê de vekiriye, çewayiya jiyana me diyar dike. Xelk bi alîkariya endazyariya nermalavê dikare gelek karan bike ku berê nemimkun bûn.

Hewcedariya mirovan bi endazyariya nermalavê biguhêre

Nermalav li ba mirovan gelek cihê baweriyê ne ji ber ku:

  1. Tûşî çewtiyan nabin.
  2. Di karin karekê diyarkirî ji bo demekê dirêj bi berdewamî encam bidin.
  3. Gelek bi lezgînî karan encam didin ku ev jî jiyana me asan dikin.
  4. Di hevkêşeyên riyazyatî de bi awayekê bawerpênekirî kardikin ku ji bo jiyana me ya modern gelek pêdivî ne.
  5. Dikarin jimareyeka zêdeya operasyonan bi hev re encam bidin.

Her ji ber van sedeman hewcehiya mirovan bi endazyariya nermalavê zêdetir dibe. Bo nimûne ji bo ku li pirtûkekê di pirtûkxaneyeka mezin bigerim. gelek zehmet e û gelek jî demê min dibe ku bi rêya geryana navan di lîsteka çapkirî de, kitêba ku ez dixwazim bibînim. Dema ku me navê pirtûkê û koda cihê pirtûkê dîtin paşî lazim e ku em di nav wê pirtûkxaneya mezin de bigerin ta her car digihîn cihekî ku yek ji wan kodan li ser hatibe nivîsîn. Lê eger em vî karî bi bikaranîna endazyariya nermalavê encam bidin wê gelek bi asanî navê pirtûka ku dixwazîn binivîsin û di heman demê de em dikarin hemû pêzanînan li ser pirtûkê bibînîn.

Teknolojî û rêbazên kiryarkî biguhêre

Endazyarên nermalavê piştevanên gelek ji cureyên cuda yên teknolojî û rêbazên kiryarkî ne, ku di hev dijin. Ev babet li sala 1960ê dest pê bûye û belkî herdem pirsgirêk bimîne. Endazyarên nermalavê ji bo ku bernameyên xwe li ser reqalavan bi kar bixin gelek curên teknolojî û rêbazên kiryarkî bi kar tînin. Vê jî bi rêya kompayleran (Compiler) dikin.

Hindek ji zimanên bernamenivîsînê biguhêre

  • SQL
  • JAVA
  • JAVASCRIPT
  • C#
  • PYTHON
  • C++
  • PHP
  • IOS
  • RUBY
  • C
  • GO
  • SCALA
  • SWIFT
  • PERL