Emily Browning
Emily Jane Browning, (jdb. 7ê kanûna pêşîn a 1988an; Melbourne, Vîktorîa, Awistralya) lîstikvan, model û stranbêjekî awistralyayî ye. Browning di fîlmê The Echo of Thunder ya di sala 1998an de hate çêkirin û piştre di fîlmên televîzyonê de wek High Flyers, Something İn The Air, û Blue Heelers de lîst. Rola wê ya yekem ya serpêhatî di fîlma tirsê ya sala 2002an , Ghost Ship de bû. Bi vî rolê bînêrekî berfireh jêre çêbû. Di sala 2005an de ji bo portreya xwe ya Violet Baudelaire di fîlma Lemony Snicket's A Series of Unfortunate Events ya sala 2004an, Browning xelata baştirîn ekter ê Enstîtuya Filman a Awistralyayê wergirt.
Emily Browning | |
---|---|
Navê rastî | Emily Jane Browning |
Jidayikbûn | 7ê kanûna pêşîn a 1988an (36 salî) |
Esil | Awistralyayî |
Pîşe | Aktrîst, model, stranbêj |
Salên çalak | 1998–niha |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreBrawnîng di 7 ê Kanûna 1988an de li bajarê Melbourne yê Vîktorayê ji dayik bûye û keça Andrew û Shelley Browning e . Li Dibistana Bilind a Hurstbrîdge û dibistana navîn a Elthamê xwend. Browning du birayên biçûk bi navê Nicholas û Matthew hene.[1]
Di 8 saliya xwe de dest bi lîstikvaniyê kir, dema biçûk bû û dixwest bibe sêwirana modeyê, lê dema ku jêhatîbûna wê di dema lîstikekê de li dibistanê ji aliyê mamostan ve hate dîtin, mamosteyên wê ji bavê wê re dibêjin pêwiste ku Emily bibe lîstikvan.
Di sala 1998an de bi fîlmê televîziyona Awûstralya Thunder Thunder Echo dest bi lîstikvaniyê kir. Piştre bi du rolên din di fîlmên Australya yê de, Tevisomething in the Air (2000-2001) û Blue Heelers (2000-2002) de lîst.
Kariyera wê
biguhêreDi sala 2001an de keça Billy Connolly di The Man Who Sued God de lîst. Fîlma tirsê Ghost Ship de yekem rola xwe ya sereke di sala 2002an de lîst. Di heman salê de di Xelatên Enstîtuya Filman a Awistralyayê de lîstikvanê herî baş ê ciwan bi rola xwe ya di rêzefîlman de bi dest xist.[2] Di sala 2003an de bi navê Ned Kelly derket pêşberî bînera û di fîlmên wek Heath Ledger û Orlando Bloom de rol wergirt.
Ew bi Billy Connolly re careke din di rêzefîlmê Serpêhatiyên Bêbext de, ku tê de Violet Baudelaire dilîze, rol wergirt. Di fîlm de ji ber ku Liam Aiken ji wê pir dirêjtir bû, neçar ma ku solên xwe yên bilind li xwe kir.
Di sala 2006an de di vîdeoya muzîkê ya koma "Light Surrounding You" rol wergirt.
Piştî xwendina xwe bi dawî kir, ew vedigere sînemayê bi remake filmê Koreya Başûr Dark Secrets ya sala2003, û Uninvited sala 2009an de vedigere sînemayê.[3] Browning bi rola Mia Wasikowska di fîlmê Sleeping Beauty ya sala 2011an de derket holê. Ev fîlm bû yekem derhêneria Julia Leigh.
Ew ji bo lîstina Îsabella Swan, protagonîsta filman ya romana Twilight hat vexwendin, lê wê nexast û got ku ew dê perwerdeya wê asteng bike û ew jibo ku filma Twilight nû hatiye qedandin westiyaye .[4]
Amanda Seyfried piştî ku ji ber pirsgirêkên di rojeva xwe de neçar ma ku ji kar derbikeve tevlî kasta Sucker Punch bû.
Fîlmografî
biguhêreFîlm
biguhêreFîlmên wê | |||
---|---|---|---|
Sal | Sernav | Rol | Nîşe |
2001 | The Man Who Sued God | Rebecca Myers | |
2002 | Ghost Ship | Katie Harwood | |
2003 | Darkness Falls | Young Caitlin Greene | |
2003 | Ned Kelly | Grace Kelly | |
2004 | Lemony Snicket's A Series of Unfortunate Events | Violet Baudelaire | |
2005 | Stranded | Penny | |
2009 | The Uninvited | Anna Ivers | |
2011 | Sucker Punch | Babydoll | |
2011 | Sleeping Beauty | Lucy | |
2013 | Magic Magic | Sara | |
2013 | The Host | Pet / Wanderer "Wanda" | Cameo |
2013 | Summer in February | Florence Carter-Wood | |
2013 | Plush | Hayley | |
2014 | God Help the Girl | Eve | |
2014 | Pompeii | Cassia | |
2015 | Legend | Frances Shea | |
2015 | Shangri-La Suite | Karen | |
2017 | Golden Exits | Naomi |
Televîzyon
biguhêreFîlmên televizyonê | |||
---|---|---|---|
Sal | Sernav | Rol | Nîşe |
1998 | The Echo of Thunder | Opal Ritchie | Fîlmê televîzyonê |
1999 | High Flyers | Phoebe Mason | 13 beş |
2000 | Thunderstone | Clio | 13 beş |
2001 | Blonde | Fleece | Fîlmê televîzyonê |
2000–2002 | Blue Heelers | Hayley Fulton | 9 beş |
2000–2001 | Something in the Air | Alicia | 5 beş |
2001 | Halifax f.p: Playing God | Kristy O'Connor | Beşa "Playing God" |
2003 | After the Deluge | Maddy | Fîlmê televîzyonê |
2017–2021 | American Gods | Laura Moon / Essie MacGowan | Rola sereke |
2018–2019 | The Affair | Sierra | Rola dubare (dansalên 4–5) |
Çavkanî
biguhêre- ^ "See Emily play... while you can - Film - www.theage.com.au". web.archive.org. 8 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 nîsan 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "AFI | AACTA | Winners & Nominees | 2000-2010 | 2002". web.archive.org. 4 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 adar 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Review: 'Sleeping Beauty' is an elusive adult fairytale - CNN.com". web.archive.org. 28 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Emily Browning Addresses Her 'Twilight' Notoriety - MTV". web.archive.org. 5 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)