Eladîn Secadî
nivîskarê kurd
Eladîn Secadî, ankû Elauddîn Seccadî, nivîskarekî kurd e ku di sala 1907an de li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê.[1]
Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li Mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelawêj û heta 1949an dewam kiriye. Di sala 1948an de kovareke bi kurdî û erebî ya bi navê Nizar derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya wêje û dîroka wêjeya kurdî kiriye.
Çendîn ji berhemên SecadîBiguherîne
- Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
- Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
- Şoreşên kurdan û şoreşa Iraqê.
- Hemîşe Behar, kurteçîrok, 1960.
- Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.
- Edebê kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
- Kurdewarî, 1974.
- Deqekanê edebî kurdî, 1978.
- Nawî kurd.
- Geştêk le Kurdistan.
- Nirx Sinasî.
Eladîn Secadî di 13ê kanûna biçûk a 1948an de çû ber dilovaniya Xwedê û li Bexdayê, li Goristana Şêx Evdilqadirê Geylanî veşartî ye[2].
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ Qanatê Kurdo, Tarîxa edebiyata kurdî
- ↑ Firat Cewerî (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Nûdem-Avesta, Stembol.