Elî Aktaş di sala 1968'an de li gundê Derwêşhesena ya ser Amedê ve hatiye dinê. Elî Aktaş ji feqitiyê tê, jiyana wî di feqîtiyê de buhuriye. Ji Seydayê Mele Mihemedê Hola icazet stendiye. Li Amedê dibistana seretayî û ya navîn, li Sûriyê lîse û Fakulta Îlahiyatê xwend. Elî Aktaş ji 1990î virde ye li Şaredariya Amedê di beşa koroyê de dixebite. Ji sala 1994an heya 2001ê şefîtiya koroyê kir. Di televîzyona Can Tv ya herêmî de bernameyeke muzîkê çêdike û pê re jî bernameyê pêşkêş dike. Elî Aktaş heya niha 4 albûm çêkiriye; Diyarbekir Eyvan Geceleri 1 (1999), Diyarbekir Eyvan Geceleri 2 (2004), Diyarbekir Eyvan Geceleri 3 (2006), Tebarek (2006)