Edwin Chiloba

Edwin Kiprotich Kiptoo, ku bi navê Edwin Chiloba dihate naskirin, pîşesazê modayê û çalakvanek LGBTkenyayî bû. Ew li Kenyayê bû qurbana cînayetên nefretê li dijî kesên LGBT.

Edwin Chiloba
Edwin Chiloba.jpg
Jidayikbûn1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirinkanûna paşîn 2023 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Eldoret Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMêrkujî
HevwelatîKenya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Lgbtqi+ rights activist
  • modelîst li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

KurtejiyanBiguhêre

Chiloba li bajarê Elgeyo Marakwet hate dinê. Diya wî dema ku ew hê zarok bû mir, û wî di ciwantiya xwe de bavê xwe jî winda kir. Ew windabûn jê re bû çavkaniya sereke ya îlham û motîvasyona wî.

Wî li Kampusa West University Moi dest bi xwendinê kir lê xwendina xwe neqedand û berê xwe da modayê. Ji ber vê yekê ew çû Nairobi da ku xewna xwe ya peydakirina kar di pîşesaziya modayê de li wî bajarî bişopîne. Wî dest bi xêzkirina xebatên xwe kir û hin karên xwe li ser medyaya civakî weşand. Xebatên wî li wir gelek bertekên erênî wergirtin û ev bû destpêka kariyera wî ya wek hunermendê modayê. Saya vê serkeftinê, wî biryar da ku xwe li dibistanek modayê tomar bike. Ew wekî sêwiranerek modayê ya nebînar dihat nasîn û hewl da payîniyên kevneşopî yên ku li ser wî hatibûn danîn, hilweşîne.[1][2][3]

Kuştina wîBiguhêre

Cenazeyê Chiloba di 4ê çileya 2023an de li ser rêyek li parêzgeha Uasin Gishu ya li rojavayê welêt hate dîtin. Li gorî agahiyên polîsan wesayîteke bê plaqe dema ku sindoqekê dadixist hat dîtin. Memûrên ku hatin gazîkirin di sindoqê de cesedê zilamekî bi cilûbergên jinan dîtin. Hate ragihandin ku Chiloba berî bûyerê ji ber çalakiya xwe bo mafên kesên LGBT rastî êrîşan hatibû.[4][5]

Kesên LGBT yên li Kenyayê gelek caran rastî cudakarî û êrîşan tên. Li welêt seksa di navbera mêran de bi awayekî fermî neqanûnî ye û bi zîndanê tê cezakirin.[6]

ÇavkanîBiguhêre

  1. Share; Whatsapp, Share on; 0 (6 kanûna paşîn 2023). "Edwin Chiloba Biography, Wikipedia, Age, LGBTQ, Cause of Death". MayorTunesMedia (bi American English). Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (link)
  2. Guru (6 kanûna paşîn 2023). "Who was EDWIN CHILOBA? – Inside the private life of the murdered Eldoret-based LGBTQ activist and model". DAILY POST (bi American English). Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023.
  3. Koech, Kevin (6 kanûna paşîn 2023). "Edwin Chiloba: How Slain LGBTQ Activist Rose To Become Top Model Despite Backlash From Family - whownskenya" (bi American English). Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023.
  4. "Kenianischer LGBTQ-Aktivist Edwin Chiloba offenbar brutal getötet". Der Spiegel (bi elmanî). 6 kanûna paşîn 2023. Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023.
  5. LGBTQ activist Edwin Chiloba found dead in Kenya – BBC News (bi îngilîzî), roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023
  6. "Gay rights in Kenya: 'Why our fight isn't over'". BBC News (bi British English). 24 gulan 2019. Roja wergirtinê: 7 kanûna paşîn 2023.