Edward Gorey
Edward St. John Gorey (jdb. 22ê sibatê 1925 li Şîkago; m. 15ê nîsanê 2000) yek ji nivîskar û xêzkarên navdar ên DYAyê ye.
Wî bi dehan çîrok bi xêzkariyan weşandiye, rêze pirtûkên xêzeroman xêz kiriye. Di berhemên xwe de baldariya sûrrealîzmê, parodî û groteskê kiriye. Wî ji xeynî pirtûkên xwe yên kesên din jî xêz kiriye ku pirraniya wan ji bo zarokan e. Dîsa wî gelek senaryoyên şanoyê jî amadekirine.