Dr. Ebdulrehman Alûcî di sala 1950an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Li heman bajarî dibistana seretayî û navîn bi dawî kir, bişt re jî çû bajarê Hesekê/ Taxa Mufti, û xwendina xwe ya akademîk li "Zanîngeha şamê, beşa zimanê Erebî" qedand. Di sala 1972an de bişt re xwendina pileya bilind û belgenameya master wergirt di sala 1988an de. Dûv wî belgenameya doktorayê wergirt.

Ew biryar da ku tevlî nav rêzên partiyên kurdî bibe di sala 1967 de "dema navê xwe tomarî saziyên partiya Demokrat a Kurd /Sûriye de kir ta ku ew bi yekdengî sekreteriya giştî yê Partiya Demokrat a Kurd _ Sûriye hate bijartin. Di konferansa sêyemîn a partiyê di 2007 de, ew dîsa di kongreya yanzdehê ya partî ya sala 2011an de ji nû ve hate bijartin û sekreterê giştî bû heya roja koçbûna wî.

Roja 24ê gulana 2012an Dr.Ebdulrehman Alucî di nexwixaneyên bajarê hewlêrê koça dawîkir biştî têkoşînek dijwar bi nexweşiya Şêrbençeyê re.

Çavkanî biguhêre