Ebas Ehmed (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abbas Ahmad) di sala 1969an de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li Sûriyê perwerdehiya muzîkê wergirt. Di 1990î de dest bi xebatên xwe yên muzîkê kir. Di navbera salên 1990 û 1996an de pênc albûmên amatorî weşand. 1996an koçberî Almanyayê kir. Di wan salan de komek ava kir û bi vê komê di gelek deverên Ewropayê konseran da. Pênc albûmên profesyonelî weşand. Keça Delal (1996), Deynek (1997), Barana Tirsê (2000), Mêvana Xewnê (2003) û Bi Tenê (2007).

Ebas Ehmed yek jî hunermendê herî serkeftî ye ku şêweyên muzîka cîhanî lê muzîka kurdî guncandîye.Ebas Ehmed bi taybetî şêweyên pop-rockê ji bo di muzîka xwe de bi kar anî. Bi taybetî ciwanên bajarî yên kurdan ji berhemên wî hez dikin.

Albûm biguhêre

Girêdanên derve biguhêre