Ebû Leyla (navê wî yê tev: Feysel Ebdî Bilal Sadûn, herwiha wek Şêrê Kobanê tê naskirin) (z. 1984 li gundê Qererişk, Kobanî[1] – m. 5'ê hezîranê 2016, Silêmanî), kurdekî ji Mimbicê bû ku serdarê hêza Şems el-Şimal û endamê konseya leşkerî ya Mimbicê bû. Di şerê berxwedana Kobaniyê de binavûdeng bû. Di 3'ê hezîrana 2016'an de di dema operasyona rizgarkirina Mimbicê de li gundê Xefiet Ebû Qelqelê bi hawineke DAIŞ'ê giran birîndar dibe. Ew ji bo nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê tê veguhêztin.[2] Li wir jiyana xwe ji dest dide. Ebû Leyla bavê çar keçikan bû. Ew di 6'ê hezîranê de li Kobaniyê hate veşartin.[3]

Ebû Leyla

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Rûdaw: VÎDEO - Şehîd Ebû Leyla li Kobanî.../ YPGê daxuyanî da
  2. ^ (tirkî) Ebu Leyla Kobani şehitlerinin yanına defnedildi / İşte merasim görüntüleri! / Ebu Leyla kimdir? Girêdana arşîvê 2016-06-09 li ser Wayback Machine
  3. ^ Ebû Leyla tê oxirkirin, ji orîjînalê di 6 hezîran 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 7 hezîran 2016