Partiya Kedê (Tirkiye)

(Ji EMEP hat beralîkirin)

Partiya Kedê (bi tirkî: Emek Partisi, EMEP) partiyeke komunîst a Tirkiyê ye. Serokê wê Ercüment Akdeniz e.[1] Partî di sala 1996an de bi navê Emek Partisi (Partiya Kedê, PE) hate damezrandin. Ji ber qedexekirina wê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve, di heman salê de dîsa bi navê Emeğin Partisi (Partiya Kedê, EMEP) hate damezrandin. Di sala 2005an de, navê "Emek Partîsî" ji nû ve hate danîn, piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku ev qedexe binpêkirina xala 11 a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.[2]

Partiya Kedê
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Partiya Kedê
Dirûşm: İş, ekmek, özgürlük Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1996 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Nerîna siyasîÇepgirên tund Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîMarksîzm-Lenînîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara kursiyê
Malperwww.emep.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Helwesta wê ya îdeolojîk li gorî xeta ICMLPO ye. EMEP di bernameya xwe de armanca xwe wek avakirina “Tirkiyeya serbixwe û demokratîk” dide nasîn. Partî rojnameya Evrensel diweşîne.

Partî yek ji beşdarên Kongreya Demokratîk a Gelan e, înîsiyatîfeke siyasî ku di sala 2012an de bû alîkarê damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "EMEP Chair Ercüment Akdeniz: We are working for an alliance that prioritises the struggle". evrensel.net. 17 adar 2022. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  2. ^ "HUDOC - European Court of Human Rights". hudoc.echr.coe.int. Roja gihiştinê 14 adar 2023.
  3. ^ "Halkların Demokratik Kongresi". www.halklarindemokratikkongresi.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 14 adar 2023.