Dorothy Leigh Sayers ( z. 13ê hezîranê 1893 li Oxford nivîskar, ceribannivîs û wergêreke ingilîz bû ku bi taybet bi romanên polisye derbarê Lord Peter Wimsey de navdar bû. Romanên wê tawanê, ku tê de dîmenên ecêb, nîgarê derdorên salên 1920 û 1930an hene, navûdengê wê wekî yek ji navdartirîn "Xanimên Brîtanî yê Tawanan " ( British Crime Ladies ) saz kiriye.

Dorothy L. Sayers
Navê rastî
Dorothy Leigh Sayers
PîşeNivîskar, Şanonivîs, Helbestvan
Zimanê nivîsinêÎngilîzî
Netewe Keyaniya Yekbûyî
BandorbarArthur Conan Doyle
Malperwww.sayers.org.uk
biguhêreBelge

Karê wê di wexta mirina wê de pir hat jibîrkirin. Xebata wê yekemcar wekî beşek ji tevgera jinê ya dawiya salên 1960an hatiye vegerandin. Danasîna romanên wê yên Lord Peter Wimsey ji bo rêzefîlmekî ku BBC-yê di destpêka 1970an de hilberand û ji 1973-an weşanê kir, wan dîsa ji nû ve xwendevanek fireh nas kir.[1]

Ev roman wekî berhemên girîng ên çîrokên detektîf ên klasîk, ku bi piranî ji hêla nivîskarên Britanî ve di serdema navbera du şerên cîhanê de hatibûn nivîsandin, têne hesibandin.

Rojnameya brîtanî The Guardian di sala 2009-an de du romanên wê yê tawanê Whose Body?  (1923) û Murder Must Advertise (1933) di lîsteya hezar romanên ku divê her kes pê bixwîne, tomar kir.[2]

Jiyan biguhêre

Zarokatî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Dubose, Martha Hailey. Women of Mystery. r. 161.
  2. ^ "1000 novels everyone must read: the definitive list". theguardian.com.