Dewrêşê Ewdî, navê kurmîrekî kurd ê ku bi eslê kurd e û di sedsala 17an de jîya ye. Navê Dewrêşê Ewdî, di nava kurdan de bi lehengî derketiye li pêş. Hinekî jî, Navê dewrêşê Ewdî, weke navekî ku bûye sembol ji lehengîyê re jî. Dewrêşê Ewdî, navê bavê wî Ewdê kurê Mihlêm[1]a. Jê re Ewdê Mihlêm tê gotin. Ewdê Mihlêm, serokê eAşîra xwe ya ku Êzîdî bûya. Li Herême Riha Jîyane na. Pêşîyên ewdê Mihlêm, ka ji kengî ve berê çûna Şingalê. Piştre Bav û bavkalê Ewdî yanî bavê Dewrêş têne herême Reha Wêranşarê û li wir dema ku ew tên jî Mîr Temir ku li wir xwedi desthilatdar a û bi avakirina konfadarasyonaka[2] eazin ava kirîya û di bin serokatîya xwe 36 aşîrên eazin ên kurdan kirina yek û weke dewletekê dijî, Mîr temir li wan xwedî derdikeve. Weke ku Ewdî ji bavê mîrê kurd Mîr Temir re gelek ceng bi serxistina, weke bavê xwe Dewrêş jî ji Mîrê kurd Mîr Temir re gelek ceng bi serxistina. Bi wê yekê navê Dewrêş bi navê "Dewrêş Ewdî" derdikeve. Dewrêşê Ewdî, birayekî bi navê Sadûn Hebûya.

Lê Dewrêş, piştî wî re, bi qasî wê mêranîya xwe ya ku navî derketîya Bi wê evîndarîya di dilê xwe de jî hatîya naskirin û navê wî derketîya. Keça Mîr Temir Adûlê, wan hêz hevûdû kiribûn. Ji bo şerekî dawiyê ku Osmanîyan ser 1700 sûwarî re şandîya [3]. Dewrêş, dikeve ber wan de û bi wan re şer dike. "Lê hêza Osmanî çi dike û nakê nikarê li ber wî mêrî bi ser bikeve. Piştre, Planekê çê dikin û berê haspê wî yê ku navê wê Hadham bûya dikina navê ardekê ku zêde têde Qûlmişk hene, êdî lingê haspê dikeve qûlmiskekê de û ku dişikihê, êdî ew jî dikeve ardê û li wir êdî wî karîn têk bibin.[4]." Tê gotin ku ne bi vî rengî ba, wê ti carî nikarîban ku wî ji ser haspê wî bikin û bidina ardê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Abdusamet Yigit, Destana Dewrêşê Ewdî, ISBN 978-3-94273597-23-0", Rûpel 12
  2. ^ Abdusamet Yigit, Destana Dewrêşê Ewdî, ISBN 978-3-94273597-23-0", Rûpel 13
  3. ^ Abdusamet Yigit, Destana Dewrêşê Ewdî, ISBN 978-3-94273597-23-0", Rûpel 119
  4. ^ Abdusamet Yigit, Destana Dewrêşê Ewdî, ISBN 978-3-94273597-23-0", Rûpel 122