Devera Sindiya dikeve di navbera herdu rûbarên Xabûr û Hîzil de.

Devera Sindiya dikeve ser tûxûbê Kurdistana bakur û dikeve xorhelatê deşta Silopiyan û Cizîrê.Ev dever e ji du beşên sirûştî û topografî pêk dihêtin. Aliyê başur yê vê navçeyê deşt e, ku dibêjinê: Deşta Sindiya û aliyê bakur jî zincîreyên çiyayên Xamtûr û Şikêre ye. Çiyayê Xamtûr ji bû bilindahiya xwe ne kêmtire ji Cudî, belku bilindtir e û ji gelek beşan pêk dihêt.Beşê xoravayê dibêjinê:Ava Gûzê, ev dere zozan e, ji aliyê başurxorhelatê ve dikeve hemberî kûstanên Kêla Memê û Cudî, yên Kurdistan a bakur.Aliyê xorhelatê ji Xamtûrî dibêjinê:Siwara Stewrê, Deriyê Dawetiyan,Hişkal,Serê Reşûnê û Hefttenîn. Ev zincîreyên han ji aliyê başur ve dikevin hemberî kûstanên Tenîn a Sîndiya ya niha dikeve aliyê Kurdistan a bakur.Ji berî sinor bihêtin danan, piraniya Sindiyan li havînan koç dibûn zozanên Tenînê û li payizan car din vedigeran deştê. Lê piştî ku sinor hate danan û welat perçe bû, êdî nikanîn biçin zozanên xwe Tenînê, ya ku niha dikeve di xaka Kurdistana bakur de.Tenîna Sindiya di zargotin û stranên gelêrî yên Kurdan de cihekî gelek taybetî yê heyî û gelek heyranok, serrêhlîng, stran û lawik pê hatine vehandin. Bû mînak stranek heye, ku dibêje:

Hay lê sofî Brahîmê min na xweyê vê pêlê, dê tû berê xwe bide Tenîn a Sindiya û pişta xwe bide vê Kêlê (ango:Kêla Memê).

Ay lê dayikê korê nemayê ji nîvberê şevê û paşde minê rimekê lê dabû bejin û bala sofî Brahîmê xwe, minê destê xwe gêra bû, destê min kete ser vê pêlê, hey li minêêê...Wey lê li min jaro li te jaro, minê rezikek çandî sêv, û xox û mijmij û hinaro, salî heft sale rezikê me geha berê xwewo, wey lê min û bejin a bilind jê ne xwaro....Sofî Brahîmê min têwo ji Mêrdînê,lingê li rikêbê, destê li destgînê, wey lê dayikê korê nemayê, ji nîvberê şevê paşde minê rimekê lêdabû bejin û bala sofî Brahîmê xwe, minê destê xwe gêra bû, destê min kete ser pêla xûnê, hey jarêêêê...

Straneke din ya klasîk, ku jêra dibêjin Heyran, dibêje:

Heyran jarê, Tenîna Sindîy û Tenîna Sindiya, wey lê reş dikê ji reş kûna,spî dikê ji berfikê van keviya, heyran jarê ezê nizanim rûkê te yê sorê sor bi gulî sortire yan merezê ser destê keçikên van Dihiya jerêêêê,wey de rabe te keziyok sorê, wey lê mala minêêêê...

Temamî a strana HEYRAN weha ye:

Benda 1.

Ay lê li ser çil û çar nazenîna ezê nizanim navê xwe li kê bikim li minê,û dayîkê rebenê min ne dê ye ezê li dê kim, min ne bab e ezê li babê kim, ezê biçim serê hewalekî va yê bilind bisekinim herdu destên xwe raberî xwedê kim, le minêê...Ay lê çi bikim vî zalimî zalim dê û babî darekê li zendanê min î hene dabû gostîlê minê qîmetî di tiliyên min de şikandin, xezêmî zêrî ji difinê min firandin,ez evdaleka xwedê nizanim piştî vî qasî girêdana qerepoşîkê çi lewnî çi terz î girê dim, hey le minêêê....

2. Ay lê....û hê..ê..êêêê Ay lê vê pîrepeyizokê li min evdalekî xwedê lezî lez dabû, minê ne kirî kar û barê hersê mehên zivistanê le minoo...Hewalê jorî dixwazin ji mijê ji moranê,û deşta jêrî dixwazê tavîyekî reşî hûr baranê, ey lê kurikî bi sê dengan li kiçikê dikir gazî te malik ne li malê, ey lê heta war û warkozê me li warê biharê te deng nekir,evro mihelê me bar kirî danîne ser war û warkozê zivistanê, ey lê bila ji xêreka xwedê ra ez evdalî xwedê dîkek bam ji van dîkê porrê, wey lê minê ji ber hewtêna tajî û tûlê Mehmed Begê xwe bihavêta hewdika kifirzemanê, le minoo, de rabe te xezêm şorê ey lê mala minêê...

3. Ay lêêê....û hê...ê...ê..ê.. ê ...ê Ay lê dilê min evdalî xwedê çendî li ber hewlewelayê,î ro serê sê şev û sê rojane, ey lê bejnika bilind, dêmanê sorê gulî, çavê reş û belek girtibû tayê le minoo, hay lê hûnê rabin bînin, ay lê beranekê bînin bikin xêra şêx Evdilqadir, şêxê axa li Bexdayê le mino...ay lê belkî ji bejnika bilind dêmanê sorê gulî, çavê reş û belek û ji hazir guhdaran ra rêke vê şefayê, le minoo,ey de rabe te keziyok sorê, ey lê mala minê...

4. Ayêêê....hê..ê...êêêê Ez evdalekî xwedê ne dîn im ez î ne har im, ay lê hûnê min evdalî xwedê ne gerînin ser çi dêran û mizgeftan ne gerînin, hemî li min şahnedêr in, hûnê min ne bin cem qeşekî fela, mi´elmekê, qewalekê, cem melayekî musilmana, ey lê çi niviştiyan ji min û bejnika bilind ra çênekin hemî mekiran û sêhrin. Ey lê ev sal e sal a heftan e ber bi sal a heştê ve diçê ez evdala xwedê bendewara kopekê mêrê pîs î min na berde ne diwêrim le minoo...

5. Ez gozel im, gozelxanim, hey lê eza bi tena kirasekî kitan im, ez milhema ser serê dînê xortan û van lawan im, wey momê, momê, momê, wey lê te kiras qezê Erzerumê, te hinara serê şitilanê rebenê, hey lê min bi dest girt û bi dev çûmê...

6. Heyran jarooo, ezê ji kulên te mirim,ezê ji kulên te mirim, ey lê çavê min kurmalê kurmal dê û babê reş in ji kilê subhanî nagirin, heçî yarekê wî heye dev dostin ji dilê xwe kafir in, heçî yarikê wan bi dilê wan hebê ji milk û emlakê Mûş çêtir in jaroo...wey de rabe keçikê bîhşengê, ey lê tû rîşiyan berde ji navtengê, kevî hatine ketine astengê, min divê biçim tewafa xala li gerdenê, wê vedixelihê ji navtengê...

7. Heyran jarooo.... Heyran, Tenîn a Sindiya, te reş dikê ji reşkûnan, te spî dikê ji berfikê van keviyan,Heyran ez nizanim sê biskên bejnika bilind sortir in ey lê na wela qurmizê ser destên keçikên van Dihiya, wey, wey dê bila Heyranê min sax bê, ey lê dosteka wî vêra...

8. Heyran jaro, eger tû mazîçinê tû xwe ji zinaran bernede, eger tû bi heval û hogirê tû cewabê li min nede, eger tû bê heval û hogirê were devê xwe deyne ser tama xala li gerdenê, tevdana sîngan bernede, ey lê heta stêra sibê li min û Heyranê min derbê ey lê xwe bavêje aliyê qublete, wey,wey de bila Heyranê min sax bê û dosteka wî vêra...

9. Heyran jaro, Zaxoka Behdîna li min dilgîre,Zaxoka Behdîna li min dilgîre jero,ey lê li ser ra ava Hîzil e û li bin ra dugurê şetê Xabûre, eger tû li bejinbilinda, çavreşa, kemaxkêrûşka digerî, tû wê xwe berde bajarê Elqûşê, ay lê van Mexîna, wey de rabe keçikê te keçînê,ey lê te memik hêkê li hêlînê, ey lê zozan xweş in da biçînê....

10. Ay lê sofî Brahîmê min na xweyê vê pêlê,wey la li min rebenê, tû berê xwe bide Tenîn a Sindiya û pişta xwe bide vê Kêlê(ango çiyayê:Kêla Memê),wey lê dayikê korê nemayê, ez niza heyfika sofî Brahîmê xwe hildim, ey lê na wela çav bi reşê bisk bi têlê...wey jaro, jaro , jaro, wey lê sofî Brahîmêmin jaroo...

11. Ay lê sofî Brahîmê min tê ji Mêrdînê,wey la min nazikê û nazdarê û li min ciwanê nazenînê.Sofî Brahîmê min siwar e li mehînê, lingê li rikêbê û destê li destgînê,ey la dayikê korê nemayê şevika nîva şevê çawa minê rimeka lêdabû sofî Brahîmê xwe, ey lê min destê xwe gêra bû,destê min kete ser mewca xûnê wey jarooo.Hey la li min jaro li te jaro, me rezek çandî sêv û xox, mijmij û hinaro,î sal heft salê me temam e rezikê me geha berê xwewoo û min bejnika bilind jê ne xwaroo...

TBN: Ji van stranan ra dibêjin:Heyranok yan jî Serrêhlîng,ev cureyê stranan pitirîn li deverên Şehrnexê, Qilaban, Cizîrê û Zaxo dihên gotin û ber bilav in.