Destana Zapê (stran)

Stran

Destana Zapê straneke Koma Awazê Çiya ye ku li ser şerê Zapê hatiye çêkirin.

  • Gotin:
  • Muzîk:

Şahîya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e

Quntarê Çîyayê Metînan bamernê bûye mertal li seranserê Kurdistan raperîyan deng û ar Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlîn bi rengê dewrana Îskender romî jî lê terpilîn

Li Çîyayê Reş bûye bager birûsk û ewran reş vedan pêlên Ava Zê rabûn li zordaran bû çirav Nevîyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn ji ber gurzê gêrilayan tar û mar û wêran bûn

Tew tew tew tew tew tew

Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn bêhna gulan newroz geş kir cejn û şadî lê xweş kir Ji tîrêjên Apoyê Kurd lê dinyayê bûne deng ji Kawa heyanî Mazlûm Kurdê azad e pêşeng

Şahîya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Destaneya Gelîyê Zapê jîngarî û felat e wek Efsaneya Kawa ye rûmeta rojhilat e