Deryaya Salton (bi îngilîzî: Salton Sea) deryaçeyeke di eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê de. Dirêjahiya wê ji bakur ve heta başûr nêzî 56 km, û pehnahiya wê ji rojhilat ve heta rojava 24 km e. Rûyê wê 69 metreyan lijêr asta deryayê ye, û di kûrtirîn cihê xwe de 16 metreyan kûr e.