Derf
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya paşîn 2024) |
Derf ji eyarê mih û bizinan e. Piştî pezê digurînin, bêyî ku bi kelêşin laş di stikurê ve tê derxistin. Vî eyarî dixin nav ceftê (cefteke sivik-debax) tanî heşt rojan. Pişt re ji nav vê ceftê derdixin, ji miwan paqij dikin, piv didin û qulên tê de didirûn (girê didin).
Çend derfan bi hev ve girê didin û van derfan bi şelîtan, bi çend daran ve girê didin û dikin kelek tavêjin ser avan.