Derazînka xizaniyê an hêla xizaniyê an tuxîbê xizaniyê qedareyeka dahatî ye ko wesa dihêt berisandin (xeminandin) ko têra standera jiyanê dikit. Her mîna pênasekirina xizanî anko nedariyê, pênasekirina hêla nedarî û xizaniyê jî li welatên werarkirî û welatên werarker da newekhev e.

Hema bibêj, li hemî civak û welatan kesên xizan û nedar anko feqîr û hejar hene, lê pênasekirina derazînka xizaniyê alavekê bihêz yê aborî ye jibo vedîtina wan kesan û vedîtina çareseran jibo bernameyên baştirkirina rewşa jiyana wan (mîna bernameyên jînfirhî (welfare) û ewlekariya bêkariyê).

Derazînka xizaniyê bi hesibandina tevaya mezaxtinên ko kesekê asayî anko normal jibo dabînkirin û ewlekirina pêdvîtiyên herî destpêk yên jiyaneka asayî anko normal dikit dihêt pênasekirin. Ev pêdvîtî ew in yên ko bi kêmanî jiyanê dikin tiştekê tehemulkirinê. Xwarin, vexwarin, kinc, xanî û pêdvîtiyên nivistin û bçhnvedanê, sexbêriya destpêkî ya saxlemiyê, û hwd. ji wan pêdvîtiyan in ko jibo hesibandina mezaxên tevane dihên berçavgirtin. Li piraniya welatan pareka mezin ji mezaxan jibo ewlekirina cihê manê anko xanî ne.

Arîşeyên bikaranîna derazînka xizaniyê

biguhêre

Bikaranîna zarava derazînka xizaniyê bê arîşe jî nîne. Jibo mînak, jiyana hema li serveyî hêla xizaniyê û hema li bin derazînkê ne gelek ji hev cihê ne. Wesa diyar e ko xizanî bi awayekê berdewam, ne dabirkirî, tesîrê li jiyana mirovan dikit. Hemî kes jî bi yek awayî bi wê nahên hingavtin. Lewa niha sirêmek anko hezek heye ko li şûna derazînka xizaniyê zarava nîşanek anko îndeksên xizaniyê bikarbînin. Jibo gengeşeyeka vî babetî, li pîvanên newekheviyên dahatê binihêre.

Jibo hesibandina derazînka xizaniyê dahat bi awayekê çendatî anko hijmar û reqeman dihêt hesibandin. Lê standera jiyanê, nemaz eger mirov bixwazit tiştên mîna xwîndin û perwerdeyê anko saxlemiyê jî li ber çavan bigirit, ewqas bi hêsanî bi hijmar û reqeman nahên hesibandin.