Open main menu
(a) Nîgara dendik û dendikokê
(b) Di bin mîkroskoba elektronî de wêneya dendik û dendikokê

Di nav dendikê xaneyên eukaryotî de hin deverên plazmaya dendikê tîr û tarî ye, ev deverên gogî yên bêparzûn, wekî dendikok bi nav dibe(bi îngîlîzî nucleolus). Li dora dendikokê parzûn tune ye û dendikok ji dendikê cihê nîn e. Dendikok ji ADN (Asîda deoksîrîbonukleî), ARN (Asîda rîbonukleî) û proteînên di nav dendikê pêk tê. Dema dabeşbûna xaneyê di despêka qonaxa înterfazê de dendikok belav dibe û di qonaxa telofazê de cardin çê dibe û tê xuyakirinê.

Dendik û Dendikok

Dendikok navenda ji bo çêkirina rîbozoman e. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê. Binebeşa gir û binebeşa piçûk. Van herdu binebêş jî di nav dendikê de li nav dendikokê tên çêkirin, paşê ji çavik(por)ên li ser parzûna(qalika)dendikê derbasê sîtoplazmayê dibin.

Girêdanên derveBiguherîne