Nû Delhî
Nû Delhî yan jî Delhiya Nû (bi hindî: नई दिल्ली naī dillī), paytexta Hindistanê ye û beşek ji herêma paytexta neteweyî ya Delhiyê ye. Nû Delhî navenda her sê şaxên hikûmeta Hindistanê ye ku bajêr malavaniya (mazûvanî) Rashtrapati Bhavan, Sansad Bhavan û Dadgeha Bilind a Hindistanê dike. Nû Delhî şaredariyek di nav Herêma Paytexta Neteweyî de ye ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya Nû Delhiyê ve tê birêvebirin ku bi piranî ji Delhiya Lutyensê û ji çend deverên cîran pêk tên. Qada şaredariyê beşek ji herêma îdarî ya mezin, ji herêma Nû Delhiyê pêk tê.
Nû Delhî
| |
---|---|
| |
New Delhi ![]() | |
![]() | |
Nû Delhî li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 28°36'50.0234"Bk, 77°12'32.4205"Rh | |
Dûgel | ![]() |
Beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 1911 ![]() |
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 216 ±1 m ![]() |
Gelhe | 249.998 (2011) ![]() |
Dem | UTC+5:30[1] |
Nîşana wesayîtê | DL-0? |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Her çend bi devkî Delhi û Nû Delhî bi hev re têne bikar anîn ku binavkirina Qada Paytexta Neteweyî ya Delhiyê rave bike, her du jî hebûnên cihêreng in ku li gel ku hem şaredarî û hem jî herêma Nû Delhiyê beşek piçûktirê megabajara Delhiyê pêk tîne. Herêma Paytexta Neteweyî herêmek pir mezin e ku tevahiya navçeyên cîran, li gel herêmên cîran ku bajarên cîran ên wekî Ghaziabad, Noida, Gurgaon û Faridabad ku nav de ne pêk tîne.
Yekem avakirina bajêr ji aliyê George V ve di dema Delhiya Durbar ya sala 1911an de hatiye avakirin. Bajêr ji aliyê mîmarên brîtanî Edwin Lutyens û Herbert Baker ve hatiye sêwirandin. Paytexta nû di 13 sibata sala 1931an de ji aliyê cîgirê walî û waliyê giştî Edward Frederick Lindley Wood ve hatiye vekirin.
Du şûnwarên Mîrateyên Cîhanê yên UNESCOyê, Gora Humayun û kompleksa Qutub li bajêr in. Bajêr yek ji bajarê pêşveçûyî yê serdema nûjen e ku serdema nûjen de bi awayek bilez pêşketiye.
Wêne Biguhêre
-
Akshardham, Delhî
-
Connaught dema ku roj diçe ava.
-
Avahiya Parlamentoya nû, li Nû Delhî
-
Connaught Place, Nû Delhî
-
Bloka Başûr ya Sekreteriya Kabîneyê, Nû Delhî
-
Perestgeha Laxminarayan, Nû Delhî
Çavkanî Biguhêre
- ↑ "Longitude and Latitude of Delhi". Nexşeya geographî. Roja wergirtinê: 31 gulan 2018.