Dankutan

kevneşopiyeke çandî ye û tê de genim bi awayeke hunerî tê lêxistin

Dankutan kevneşopiyeke çandî ye û tê de genim bi awayeke hunerî tê lêxistin, da ku genim ji hev keve û meriv pê bulxur û ardê çêbike. Dankutan di çanda Kurdan de rolekî pir mezin dileyze û him ji hêla sosyolojîk ve him jî ji hêla hunerî ve rîtueleke balkêş e.

Jinên kurd dankutanê dikine (sala 90îyan)

Rîtuela dankutanê

biguhêre

Dankutan di gelek civatên Rojhilata Navîn de tê dîtin û dîroka dankutanê mixabin baş naye zanîn (?). Di civata Kurdan de dankutan bi pirranî ji aliyê mêran ve tê kirin, lê jin jî yek caran vî karî dikin. Di rîtuela dankutanê de gund piştî ku genim kom kirine ji boy lêxistina genimê tê cem hev, da ku genim bi dankutanê ji hev bikeve û meriv karibe jê bulxur yanjî ard çêbike.

Ji bo ku rîtuela dankutanê were lidarxistin du alet pêwîst in:

  • Mîrkut (aleteke bitexte ye û ji boy lêxistina genimê tê bikaranîn)
  • Sokanî (kevireke bi kort e û bi genimê tê tijîkirin)

Li gorî mezinbûna sokaniyê ku li ser alaneke tal disekine (bi pirranî di navenda gundan de) sê-çar mêr yanjî jin li derdora sokaniyê kom dibin. Di destên her yekî de mîrkuteke bitexte heye û ewan bi dorê, mîrkutê li hindura kortê dixin. Bi dorê ji wan her yek li mîrkutê dixin û hevokên bihêz emprovîze dikin. Ji vê emprovîzasyonê rîtmek bihevreyî tê girtin û wiha stranek avadibe. Bi vî awayî dîmeneke taybet derdikeve holê. Lewma gelek kes wek temaşevan tevli dankutanê dibin.

Stranên dankutanê

biguhêre

Stranên dankutanê li gorî herêmên Kurdistanê cûda ne. Mixabin ew stranan bi temamî ne hatine nivîsandin, lewma tenê hinek gotin tên nasîn.

Her yek dema ku mîrkutê li hindura sokaniyê dixe bi dorê gotineke dibêje, wekî:

Rîtma dankutanê (û ya stranê) bi gotinên wiha tê girtin:

Straneke dankutanê

biguhêre

Strana Şivan Perwer ya bi navê Mîrkut li ser dankutanê hatiye nivîsandin. Di stranê de gotinên dankutanê jî hene, wekî:

Girêdanên derve

biguhêre