Bizaveke wêjeyî ye.

Helbestvanekî ciwan Tristan Tzara di ferhenga Larousse de li rastî peyva “dada” tê û vinê dipejirîne (Sibat 1916). Kes nizane ku peyva dada ji ku derê de tê, lê bi Fransî tê wateya “pêlîstika hespê texteyî”. Di nava şer de li Swîçrê derdikevê holê û di navbera salên 1919-1920î de li Fransayê dema xwe ya herî girîng jiye. Nêrîneke baş li ser fikrê “xilaskirina hişan ji pêşdaraziyê” dide. Di sala 1922an de pengî dibe. Dûv re cihê xwe ji surrealîzmê re dihêle. Dadaîzm rastî û baweriyê bi hebûna tiştên ku di derdorê de diçin û ditên de nake. Pêşiya romantîzmê dide û dibe tu qîmeta aqil nîne. Baweriya ku bêwatebûna jiyanê dipejirîne û hewldana nivîskarên wêjeyê yê di dema herba cîhana yekem de bi hêla mîzahê rexne kiriye. Henekê xwe bi hemû bizavên wêjeyê kiriye. Helwest û xîretên li ser nerîna hunera wêjeyê bêwate dîtiye. Armanca xwe mîna anarşîzmê li dijî her tiştî derketîn girtiye. Lê emrê vê bizavê zêde dirêj nebûye, piştî derketina xwe şeş salan de bandora xwe wenda kiriye. Her çiqa bi henekpêkirinê dengê xwe di demeke kurt te li cîhanê dabê jî ji ber ku bingeha xwe li ser tiştên nepêt danîbû zû têk çû. Bi awayekî şikî li her tiştî nêriye, li gorî wan bawerî bi tu rastîn û hebûne nabe, tu qîmeta aqil nîne. Rêzikên zimên û estetîkê avêtine derekê û rêgaza bêrêzikiyê pejirandine. Helbestên nivîskarên vê bizavê bi awayekî rasthatî hatine nivîsandin; hunera zimên, vezîn, hevdengî, teşe û wateyê bikarneanîne.

Her rêbazeke wêjeyî-hunerî çendîn saxlet û taybetmendiyan xwe ve digire ku wekî nasnameya wê rêbazê, wê ji yên din cuda dike.Teknîk û taybetmendiyên Dadayîzmê:

❶ Nivîsîna xweberî/automatic writing:ev cure teknîke,pûte bi berelayê,rêkevtê(الصدفة) û nehişiyê(اللاوعی) [hest an eqlê batinî] di honandina hozanê de dide ku nasîstemî û nalojîkî, ciyê sîstem û lojîkê bigre her wekî Dadayîyan diviyan dilsaxî û xorayî ciyê çêkirin û rikoyê (التصنع و التزمت) bigre.Hozana otomatîkî rasterast ji naxê hozanvan yan ji wê paşxana hizrî ewa ku tête bikaranîn,derdike.Di vê cureya nivîsînê da,zimanî çi desthilat nîne û nakeve jêr çi binemayên rewiştî û istatîkî çimkî peyv yek li dû yekê bi şêweyeke rimekî ji nehişiya hozanvanî/ê derdikevin.Ev cure teknîk bi aşkirayî di pirtûka <Kêlgehên Mexnatîsî> ji layê "Philippe Soupault û Andre Breton"î ve hatine nivîsîn û yekem car li kovara Lîtratorê sala 1919 hatine belavkirin.Em dişên bêjin ku nivîsîna otomatîkî azadkirina wan xewn û hez û aşop û gumanan e ji her sansoreke civakî û rewiştî ku di nestê(اللاشعور) [bê agehî] mirovan da bêyî hestkirin dihêtê pêkînan û bi vê çendê ew dibe baştirîn amrazê karîger di peydakirina nestî da û ronahiyê diêxe ser peywendiya di navbera [xweperêsî û bêagehiyê] (الٲنا و اللاشعور) da. Nivîsîna otomatîkî berhemê ji nişkekêve nebûye belkî ew bi siruştê xwe ve, berhemê mirovan e û derbirrîneke rastewxo ye ji ketwarê mirovatiyê.Gelek vekolerên wêjeyî vê teknîkê wek binêşa rêbaza Surrealîzmê datînin lê di esas de nivîsîna otomatîkî ji aliyê Dadayîyan ve hatiye dariştin.

Ciyawaziya nêrîna Tzara û Bretonî li bara nivîsîna otomatîkî di van xalan de diyar dibe:

♣ Li ser metoda şîkariya derûnî ya Freudî û otomatîkiyê,Tzarayî nivîsîna otomatîkî wekî teqîneke xerîzî ku tenê ji hestan pêk hatiye, didît ku doxê sakar yê mirovan û siruşta wan aşkira dike lê Bretonî ew weke binaxeya serekî ya Surrealîzmê dizanî.

♣ Bi dîtina Tzarayî otomatîkî yekşêlandin e lê li def Bretonî aramî û rêkûpêkî ye û ajawegeriyê rêk diêxe.

♣ Tzara,wê weke cureyeke girjiyê dibîne lê Breton bi duristkirina azadiyê dibîne.

♣ Dadayîyan nivîsîna otomatîkî wekî zimanekî didît ku di nava binyatê xwe da neeqlanî ye û dibe kurtkirinek jibo

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;

biguhêre

Tristan Tzara, Andre Breton, Louis Aragon, Peret, Philippe Soupault

Ebbas Ebdulla Yusuf yekemîn hozanvanê kurd e ku li kurdistanê (başûr), rêbaza DADAYÎZM di helbesta kurdî da bikar anî.( sala 1974; Kovara Wêran ,bi destê Ferhad Pîrbal), nivîsa -xwe bi xwe- otomatîkî jî ku yek ji nîşaneyên hozana DADAYÎ ye bo cara yekê ji aliyê Ferhad Pîrbal û Ehmedê Mela ve hatiye honandin.

Çavkanî

biguhêre