Ji bo maneyên din li Dûpişk binêre.
Dûpişk
Temporal range: Silurian–Recent
Dûpişkê daristanan
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Arthropoda
Binefilûm: Chelicerata
Çîn: Arachnid
Bineçîn: Dromopoda
Kom: Scorpiones
C. L. Koch, 1837
Jorefamîle

Buthoidea
Chaeriloidea
Chactoidea
Iuroidea
Pseudochactoidea
Scorpionoidea
Dabeşandina zanistî ya famîleyan binihêre

Dûpişk (Scorpiones), komek e artropodên an girêçikpiyên jehrî ne. Dûpişk, bi derziya di serê dûvê xwe de jehrê berdide dijminên xwe.

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

Dûpişk li hemû pazemînên Cîhanê dijî ji xeynî Brîtanya, hinek giravên Okanûsiya, Nû Zelenda û parzemîna Antartîkta yê. Li hinek herêmên Kurdistanê jê re dûvpişk, dolpî, tûpişk û hin navên bi vî rengî nêzîkî hev jî tên xebitandin.

Dûpişk di kultûr de biguhêre

Dûpişk, pir bi jehra. Axlabe ji, li Kurdistanê, li herêmên weke Elih, Nisêbîn, Cizire bota, û li dore vanderan pir dijîn. Li ser dûpişkan li herême botanê bigiştî gelek çîrok li ser hene. Çawa ku weke Şahmaran di nav xelkê de bi mar ve hata afirandin, bi dûpişk ve ji heman afirandin heya. Axlebe ji li herême Cizîre bota û li dore wê pir li ser vê yekê dihata axiftin. Pir çîrok dihatina vegotin. Şahmaran, çawa ku nêvî jin û nêvî mar hata afirandin, Dûpişk ji nêvî mêr û nêvî dûpişk hata afirandin. Bi vê afirandinê ve, pir çirok û vegotin ji hene. Di çîrokên bi dûpişk re bizêdeyê ji bêbaxtî derdikete pêş. Li Dore Nisêbînê ve gotinaka ku bi ji bo ku wê bêbaxtiyê bênin ser ziman dihata ser ziman û ew vegotin ji, li herêmên din yên kurdistanê ji dihata vegotin.

Vegotinên ku bi dûpişk ve têne vegotin, pir kevn in. Ji demên berê ve ne. Di mîtolojiya kurdan de ji hem bi navê xwe û hem ji hine navên din ji yên ku lê hatina kirin heya.

Dûpişk yek ji bircan e. Dema havînê birca dûvpişk êvaran gelek baş tê şopandin.

Taksonomiya dûpişkan biguhêre

Koma dûpişkan ji 13 famîleyan û nêzî 1400 cure û binecureyan çêdibe.[1]

Koma Dûpişkan

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "How many species of fossil arachnids are there". Journal of Arachnology. BioOne. 36 (2): 262–272. 2008. doi:10.1636/CH07-89.1. Roja gihiştinê 7 nîsan 2010. {{cite journal}}: Ev parametre |authors= êdî nayê bikaranîn (alîkarî)

Girêdanên derve biguhêre