Dêrika Mukûrê, Farqîn
Di vê gotarê de ji yekî zêdetir problem hene. Ji kerema xwe re vê gotarê sererast bikin an jî li ser van probleman gotûbêjekê bidin destpêkirin.
|
Dêrika Mukûrê, gundekî navçeya Farqîna Amedê ye.
Di sala 1964an de "Dibistana Hevotina Pêşiya Dêrika Mukûrê" vebû û ket xizmetê û meha çiriya paşîn a 2006an dibistana ku 8 sal hevotin dide ket xizmetê û navê dibistanê bû "Dibistana Hevotina Pêşiya Dêrika Mukûrêya Mehmûd Kepoğlu". Bi xêra dibistanê rêjeya xwendaya zêdebû û bû %80.
Çand
biguhêreHemî gund girêdayê Eşîra Şêxdodan in. Gelê gund girêdayê kevneşop û bastaniya xwe ne. Ji ber ku gundekî him çiyayî him jî deştî ye nanê wan jî gorî wî têvel in. Nanê wan ê binavûdeng in nanên wek Kutlik û HûrûRovî ne. Ji xwe ev nanên ku em dibêjin di wê heremê de her kes çê dike. Lê ji ber ku tehm û çêjna her derî ne wek hebe me wusa nivîsand. Yanê ev nan ji ber ku em tev zanin ne nanê wî gundî tenê ne.
Erdnîgarî
biguhêreGund, 25 kîlometr dûrî Farqînê û 108 kîlometr dûrî Amedê ye.
Rêba (siruşt)
biguhêreSuruşta gund bejayî (Karasal) ye. Payîza baran, zivistana berf, bihara baran û havînê germ û ziwayî heye. Mehên biharê (Bi taybetÎ meha gulanê) her der dibe hêşînahî. lê ku dibe havîn hêşînahîn tev ziwa û hişk dibin.
Gelhe
biguhêreSal | Jimar |
---|---|
2007 | 2030 |
2000 | 1599 |
1997 | 1301 |
Aborî
biguhêreAboriya gund li ser werze û ajaldariyê ye.
Keyatî (muxtarî)
biguhêreSal | Kes |
---|---|
2004 | Elî Kaya |
1999 | Elî Kaya |
1994 | Elî Kaya |
1989 | Elî Kaya |
1984 | Elî Kaya |
1979 | Elî Kaya |
1975 | Elî Kaya |
1970 | Elî Kaya |
1965 | Elî Kaya |
Avahiya bingehî
biguhêreLi gund Dibistana Hevotina Pêşî heye. Şebeka ava vexwarinê heye. Şebeka leqem/kanalîzasyon heye. Rêya gund qîr e. Li gund kehre/elektrîk heye. Lê xeta telefona pêdandî tune.
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |