CrowdStrike
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (tebax 2024) |
CrowdStrike Holdings, Inc. yan jî bi kurtasî CrowdStrike pargîdaniyeke ewlehiya teknolojiya sîberê ya amerîkî ye ku navenda pargîdanyê li Austin, Texasê ye. Pargîdanî parastina xebata ewr û ewlehiya xala dawîn, îstîxbarata gefan û xizmeta astengkirina êrîşên sîberî dike.[1]
CrowdStrike | |
---|---|
Logoya CrowdStrike | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Cihê baregehê | |
Xelat | |
Hj. karkeran | 7925 |
Yekûna malûmilkê | 6.650.000.000 Dolara DYAyê (2024) |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Pargîdanî beşdarî vekolînên çend êrîşên sîberî yên payebilind bûye ku di nav de hacka Sony Pictures ya sala 2014an, êrişên sîber ên salên 2015 û 2016an a li ser Komîteya Neteweyî ya Demokratîk (DNC) û ketina e-nameyê ya sala 2016an a ku DNC jî tê de bû.[2]
Di tîrmeha sala 2024an de, nûvekirineke xelet a nermalava ewlehiyê dibe sedema qutbûna komputerê ya cîhanî ku tesîrê li rêwîtiya hewayî, weşanger û karûbarên din kiriye.[3][4][5]
Dîrok
biguhêreCrowdStrike ji aliyê George Kurtz (CEO), Dmitri Alperovitch (CTOuê berê) û Gregg Marston (CFO, emekdar) ve di sala 2011an de hatiye damezrandin.[6][7][8] Piştî salekê wan Shawn Henry ku karbidestek berê yê Buroya Vekolînê ya Federalê (FBI) bû, anîn ser rêveberiya pargîdaniya CrowdStrike.[9] Pargîdanî di hezîrana 2013an de hilbera xwe ya yekem CrowdStrike Falcon derxistiye ku parastina xala dawîn, îstîxbarata xetereyê û têkilîbûnê peyda dikir.[10]
Di gulana sala 2014sn de raporên CrowdStrike alîkariya Wezareta Dadê ya Dewletên Yekbûyî kiriye ku pênc hackerên leşkerî yên çînî bi sîxuriya sîber a aborî ya li dijî pargîdaniyên amerîkî tawanbar bike.[11] CrowdStrike di heman demê de çalakiyên Energetic Bear ku komeke girêdayî Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ye ku operasyonên îstîxbaratê li dijî armancên gerdûnî ku di serî de di sektora enerjiyê de pêk dianîn, eşkere kiriye.[12]
Di gulana sala 2015an de pargîdanî di derbarê VENOMê de agahdarî belav kir ku xeletiyek krîtîk di hîpervisoreke çavkaniya vekirî ya bi navê Quick Emulator (QEMU) de heye ku destûr dide êrîşkaran ku bigihîjin agahdariya kesane ya hesas.[13][14] Di cotmeha sala 2015an de CrowdStrike ragihand ku dê hackerên çînî yên ku êrîşî pargîdaniyên teknolojî û dermanan dikin. Di vê serdemê de serokê Dewletên Yekbûyî Barack Obama û rêberê Çînê Xi Jinping bi eşkere li hev kiribûn ku li dijî hev sîxuriya aborî nekin. Ev hackkirina îdiakirî dibe sedema binpêkirina vê peymana di navbera herdu welatan.[15]
Di tîrmeha sala 2015an de Google di dora fînansekirina Series C ya pargîdaniyê de veberhênan kiriye ku li dû Series D û Series E derdikeve, heya gulana sala 2019an bi tevahî 480 milyon dolarên berhev kiriye.[16][17]
Di sala 2017an de, pargîdanî gihîştiye nirxeke zêdetirî 1 milyar dolarê amerîkî ku dahata salane ya texmînkirî ya pargîdaniyê 100 milyon dolarên emerîkî bû.[18] Di hezîrana sala 2018an de, pargîdaniyê diyar kiriye ku nirxê pargîdaniyê ji zêdetirî 3 milyar dolarên amerîkî ye.[17]
Di nav veberhênerên pargîdaniyê de pargîdaniyên wekê Telstra, March Capital Partners, Rackspace, Accel Partners û Warburg Pincus hene.[19]
Di hezîrana sala 2019an de parên pargîdaniyê li ser Bazara Nasdaqê ji bo kirîna gel hatiye destpêkirin.[20]
Çavkanî
biguhêre- ^ Kassner, Michael (9 çiriya pêşîn 2015). "CrowdStrike's security software targets bad guys, not their malware". TechRepublic (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Hamburger, Tom; Nakashima, Ellen (11 nîsan 2023). "Clinton campaign — and some cyber experts — say Russia is behind email release". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Banfield-Nwachi, Mabel (19 tîrmeh 2024). "Windows global IT outage: what we know so far". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "CrowdStrike and Microsoft: What we know about global IT outage". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "911 call centers back online after IT outage causes global chaos - UPI.com". UPI (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Hackett, Robert. "Standing up at the gates of hell: CrowdStrike CEO George Kurtz". Fortune (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "Dmitri Alperovitch, Crowdstrike Inc: Profile and Biography". Bloomberg.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "CrowdStrike". Wikipedia (bi îngilîzî). 1 tebax 2024.
- ^ "Top FBI cyber cop joins startup CrowdStrike to fight enterprise intrusions". Network World (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "Start-up tackles advanced persistent threats on Microsoft, Apple computers". Network World (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "U.S. Charges Five in Chinese Army With Hacking - WSJ". web.archive.org. 15 sibat 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 sibat 2020. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Bing, Chris (12 tîrmeh 2017). "The old foe, new attack and unsolved mystery in the recent U.S. energy sector hacking campaign". CyberScoop (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Hackett, Robert. "'Venom' vulnerability: Serious computer bug shatters cloud security". Fortune (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Goodin, Dan (13 gulan 2015). "Extremely serious virtual machine bug threatens cloud providers everywhere". Ars Technica (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ "Report Warns of Chinese Hacking - WSJ". web.archive.org. 17 gulan 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 gulan 2019. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Kuranda, Sarah. "Crowdstrike Lands $100M Funding Round, Looks To Expand Globally And Invest In Partners | CRN". www.crn.com. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ a b Sawers, Paul (19 hezîran 2018). "Cybersecurity startup CrowdStrike raises $200 million at $3 billion valuation". VentureBeat (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Hackett, Robert. "The Cybersecurity Firm That Investigated the DNC Hack Just Reached $1 Billion Valuation". Fortune (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Miller, Ron (13 tîrmeh 2015). "Security Company CrowdStrike Scores $100M Led By Google Capital". TechCrunch (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
- ^ Feiner, Lauren (12 hezîran 2019). "CrowdStrike pops more than 70% in debut, now worth over $11 billion". CNBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 tebax 2024.